Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
- rojane
- 11:32 28/2
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re bi raya giştî re hate parvekirin, di manşeta rojnameyan de bû.
Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re bi raya giştî re hate parvekirin, di manşeta rojnameyan de bû.
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azaed bibe. Aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Rojnameger Oral Çalişlar diyar kir ku heke bangawaziya Abdullah Ocalan baş were nirxandin, Tirkiye dikare pêşerojeke baş ava bike. Çalişlar, got ku ji bo çareseriyê peywireke mezin dikeve ser milê hêzên demokrasiyê.
Kasim Karataş ku 33 salan di girtîgehê de mabû, banga Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd guhdarî kir. Karataş, got: “Birêz Ocalan gava ewil avêt, ev ne dawî lê destpêkek e. Ev peyam ji her kesî re ye. Îktîdar êdî mecbûr e tişta dikeve ser milê xwe bike.”
Şande ji hêla Abdullah Ocalan ve bi moraleke xweş û bicoş hate pêşwazîkirin. Hevdîtin 4 saetan domiya û bi 3 kamerayan dîmen hatin kişandin. Aliyê herî balkêş ê bangawaziyê jî ew bû ku gotina piştî xwendina metnê ya ku Ocalan ji şandeyê re gotibû.
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan axivî û got ku ew piştgiriyê didin her cureyên hewldanên çareseriyên aştiyane û amade ne ku piştgiriyê bidin.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng" nirxand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne” nirxand.
Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê diparêzin, banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Êzdiyan piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin: “Em piştgiriyê didin banga serok Apo û ji bo bang bigihêje armanca xwe em ê di çalakiyê de bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin.”
Gelek welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, dema peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihat xwendin hestiyar bûn û hêsir barandin.
Bi deh hezaran welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, li gel wêneyên Abdullah Ocalan li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” guhdarî kirin.
Bi deh hezaran kesên li Qada Bajar a Wanê hatin gel hev, li banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdarî kir û temaşe kir.
Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, tevî Şandeya DEM Partiyê û hevalên xwe yên girtî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.