Yuksel Koç hate girtin
- rojane
- 15:27 21/5
Hevserokê KCDK-E’yê yê berê Yuksel Koç hate girtin.
Li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsîkletekê xist û yek jê rewşa wî giran 2 welatî birîndar bûn.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan çûn serdana şîna Faruk Saglam.
Fatma Ozbay ku nexweşa penceşêrê bû û tehliyaya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, wiha got: “Girtîgehê nêzî salekê nexweşiya min ji min veşart. Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Di beşa lênihêrtina awarte de jî di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû.”
Serokê Şaxa OHD’a Amedê Mûhîttîn Mûgûç, ragihand ku der barê hestiyên li Licê hatine dîtin de lêkolîneke hiqûqî nehatiye kirin û piştî belavbûna bûyerê malbatan serî li wan dane.
Der heqê 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn, lêpirsîn hate vekirin û ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.
Dozgerî, ji bo betalkirina biryara beraetê ya der heqê rojnameger Dîren Yurtsever de hatiye dayin, serî li îstînafê da.
Du ciwanên ku di dema bîranîna rêberên şoreşê de hatibûn binçavkirin, ji ber ku propagandaya rêxistineke bênav kirine hatin girtin.
Akademîsyen Cenk Yîgîter ku duh rastî êrişa çekdarî hat, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rewşa wî baş e.
Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin.
Serokê Weqfa Azadiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku divê rewşenbîr, rêxistinên civakî bibin kirdeyên pêvajoyê.
Zanyarê siyasetê Prof Dr. Levent Koker diyar kir ku paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye û wiha got: “Firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê ev firsend neyê hebakirin."
Rojnameger Akin Olgun diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên stratejîk avêtine û got: “Biryara fesixkirinê nayê wateya ku PKK’ê hebûna xwe bi dawî kiribe. Di esasê xwe de tê wateya îflasa konsepta şer a Tirkiyeyê.”
Danişîna doza rojnameger Oznûr Deger dê sibe bê lidarxistin. Hevseroka Şaxa OHD’a Mêrdînê Bêrîvan Orhan got ku ew şahidên rojnamegeriya Oznûr Degerê ne û banga piştevaniyê kir.