Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
- rojane
- 11:51 21/3
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo têkevin Parka Newrozê li noqteyên kontrolê disekinin û coşa li qada pîrozbahiyê her ku diçe zêde dibe.
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo têkevin Parka Newrozê li noqteyên kontrolê disekinin û coşa li qada pîrozbahiyê her ku diçe zêde dibe.
Serokê Komîsyona Pardarî û Saziyên Girêdayî wê yên Meclisa ÎBB’ê Ertan Yildiz hate binçavkirin.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Amedê bi beşdariya bi sed hezaran kesan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.
Di Newroza Amedê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema banga dîrokî de hatine kişandin, li qadê hatin hilgirtin.
Şandeya Rêveberiya Xweser bi Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê re civiya.
Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku der heqê wî de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.
Wêneyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildlirim û Veysî Aktaş di hevdîtina 27’ê Sibatê de bi Şandeya Îmraliyê re kişandibû li qada Newrozê ya Amedê hate daliqandin.
Ji çar aliyên Amedê gel ber bi Qada Newrozê ve diherike.
Welatiyên ji bo tevlibûna Newroza Amedê di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin û li benda têketina qada Newrozê ne, diyar kirin ku bi roja ye bi kelecana Newrozê dijîn û gotin: “Em dixwazin Rêbertiya me azad bibe.”
Rojnameger Îsmaîl Saymaz ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên Geziyê de hate binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.
Hinek projeyên xeta metroyê yên çêkirina wan hêj didome ji rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin girtin û dewrî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê hatin kirin.
Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Veysî Eskî diyar kir ku hêvî û hesreta gel a aştiyê tevî hemû neyîniyan jî xurt e û got ku armanca wan ew e ku li Yenîkapiyê mazûvaniya milyonek kesî bikin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Konyayê Hikmiye Devrîm banga pîrozkirina Newrozê li navçeyên Konya û Kuluyê kir û got: "Em di vê Newrozê de li ser bingeha demokratîkbûn û aştiyê peyamekê bidin welêt."
Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 23'yê Adarê ku wê li navçeya Seyhanê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em bi hev re agirê Newrozê pêxin."