Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
- rojane
- 10:54 17/2
Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî de rojevên sereke peyamên Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindar da zanîn ku Barzanî piştgiriyê dide pêvajoya hevdîtinan û ev rewş dê li Kurdan bide qezenckirin.
