Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
- rojane
- 09:18 26/12/2024
Fettah Tekîn ê ku 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya kurd de winda kirine û zarokek wî di girtîgehê de ye, ji roja destpêkê ve cihê xwe di çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de girtiye. Tekîn ê ku rengê çalakiyê ye got: “Ez hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digirim. An em ê li ser vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin."