‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
- rojane
- 09:06 04/2
Li navçeya Hezex a Şirnexê hem bazarvan hem jî welatî ji ber krîza aborî bêzar bûne û gotin ev rewşa xirab ancax bi bidawîkirina şer wê ji holê rabe.
Li navçeya Hezex a Şirnexê hem bazarvan hem jî welatî ji ber krîza aborî bêzar bûne û gotin ev rewşa xirab ancax bi bidawîkirina şer wê ji holê rabe.
Zeynep Akil a 70'ê salî tevî emrê xwe yê mezin jî çanda resen a tevnê dide jiyîn. Zeynep Akil, anî ziman ku ew naxwaze ev çand tune bibe û got: “Heta ku em sax bin ev çand dê bi me re bijî. Dixwazim ev çand piştî me jî bijî.”
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Firatê bi daxuyaniyeke xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.
Bi sedan welatiyên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlibûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi rê ketin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di civîna gel a li Mêrsînê de axivî û wiha got: “Birêz Ocalan sermuzakerevan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje.”
Dewleta tirk stasyona avê ya li gundê Şiyûx a Jorîn a Kobanê bombebaran kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Sêrtê di civîna gel de axivî û got ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gava herî girîng azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
DFG’ê rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. DFG’ê da zanîn ku li 42 rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, 18 rojnameger hatine binçavkirin û 9 jî hatine girtin.
Zarokekî 13 salî li navçeya Hezexê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Li dijî mala Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Sêgirkê Faysal Babat êriş hat kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar diyar kir ku heta Abdullah Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê û têkildarî gotinên Erdogan yên têkildarî berdana çek got, “Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê.”
Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm de civîna xwe ya meha Sibatê li dar xist. Hevşareda Sofya Alagaş got ku ew ê biryara tayînkirina qeyûm nas nakin û têkoşîna xwe bidomînin.
Dayikên Aştiyê gotin û kiriyarên îktîdarê yên têkildarî nîqaşên ser çareseriyê rexne kirin û xwestin ku pêvajo zelal were meşandin. Dayikên Aştiyê gotin; “Rêya aştiyê, azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”
Deklarasyona têkildarî mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê di 8’ê Sibatê de li Amedê were lidarxistin, hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê pirsgirêk bên çareserkirin û banga tevlibûna mitîngê hate kirin.