ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
- rojane
- 09:00 20/3
Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Şirnexê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan di pîrozbahiyên Newrozê de gotin: “Em li pişt banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”
Kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Wanê bûn, bi dirûşemeya; ‘Bijî Serok Apo’ û vekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bangewaziya dîrokî xwedî derketin.
Newroza bi heybet ya Wanê bi berzkirina dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Polîsan êrişî CHP’iyên dixwestin binçavkirina Ekrem Îmamoglû protesto bikin, kirin. Di êrişê de 5 kes hatin binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Çewligê de axivî û got: “Pêdivî bi hiqûqeke hemû gelan hembê dike heye. Pêdiviya gel bi civaka demokratîk û siyaseta demokratîk a di banga birêz Ocalan de heye.”
Rojnameger Volkan Eryîgît ê ku dema nûçe dişopand di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hate bibîranîn.
Li Mûşê gel tevî hewa sar jî li dora agirê Newrozê kom bû. Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Werin em nexşerêya Birêz Ocalan bigihînin her malê."
TBB’ê piştî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, ragihand ku ji bo nirxandina geşedanan dawî dê li Stenbolê “Civîna Awarte ya Serokên Baroyan” li dar bixin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk di Newroza Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser banga Abdullah Ocalan: “Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di Newroza Pirsûsê de axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo rijandina xwînê bisekinîne û ji bo aştiyê gaveke mezin avêtiy. Ew xwedî wê hêz û qudretê ye ku aştiyê pêk bîne.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Divê bersiv ji banga birêz Ocalan re were dayin.”
Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû ku îro hatibû binçavkirin, peyameke nivîskî şand û got: “Dê gelê me bersiva pêwîst bide kesên mafê mirovan dixwin.”
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya di 23'ê Adarê de li Stenbolê bê lidarxistin zelal bû.
Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên Tîpa S’yê parve kir û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin û şert û mercên jiyaneke birûmet ji girtiyan re bên avakirin."