Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
- rojane
- 12:58 13
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ji parlamenterên DEM Partiyê re name şandin û gotin ku gef li wan tên xwarin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ji parlamenterên DEM Partiyê re name şandin û gotin ku gef li wan tên xwarin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin.
Girtî Mehmet Faruk Engîn li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Engîn, ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekir ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Rapora derbkirinê nedan Engîn.
Mamoste Sîbel Suna ya ku di protestoyên li dijî qeyûm ên Êlihê de hatibû binçavkirin û piştre hate berdan, wiha got: “Me dengê xwe da DEM Partiyê û em hêj jî li gel dengê xwe ne. Bi berxwedana vê derê serbilind im.”
Girtiyê bi navê Hakan Buzhane têkildarî şert û mercên nebaş ên li girtîgehê serlêdan kiribû û ev serlêdan hatibû redkirin. AYM’ê, redkirina serlêdana Buzhane weke “binpêkirin” qebûl kir.
Derheqê 29 kesên tev li “Meşa Azadiyê ya Mezin” bûn, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hate vekirin.
Dosyaya têkildarî qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê ya Iraqê hate kirin.
Çaglar Demîrel a TJA’yî diyar kir ku AKP’ê bi qeyûman derbe kiriye û wiha got: “Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?”
Berdevkê Çapemeniyê yê KON-MED'ê yê Almanyayê Mazlûm Karagoz banga mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê kir û got: "Ev mîtîng wê dilsoziya me ya ji bo vîna gelê kurd û azadiya birêz Ocalan nîşanî hemû cîhanê bide."
Dayika Yûnûs Emre Ergîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê girtî Serap Ergîn diyar kir ku her çend girtî ji ber xwarina ku xwarone jehrî bûne jî, nehatine dermankirin.
Kesên ku li Êlihê beşdarî çalakiya li dijî qeyûman bûn, ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku wê di 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bangawazî kirin û gotin: "Em tecrîdê rakin û qeyûman bişînin."
Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê ku gava li ser karê xwe bû hat qetilkirin, li ser gora xw ehat bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê ya Solmaz 9 roj in li dijî xespa qeyûm didom
Di doza Suleyman Salgucak de ku li Şirnexê bi gotina “Biaxive tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsên weke “hilbijêr” hatibûn veguhestin dabû, biryara beraetê hate dayin.
Ji ber ku bi qontaxa çekê zarokê bi navê Seyfûllah Turan bi giranî birîndar kiribû, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li polîsê tîma taybet Bahadir Turan hatibû birîn. Dadgeha Bilind ceza erê kir û polîs Turan hate girtin.
Çalakiyên nobetê yên li Êlih û Xelfetiyê li dijî tayînkirina qeyûman hatine destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam kirin.