Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
- rojane
- 16:28 26/2
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin.
Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re dê di 28’ê Sibatê de li Enqereyê daxuyaniyê bide.
Mijarên ku raya giştî mereq dike dê piştî hevdîtina sêyemîn a Şandeya Îmraliyê ya sibe zelal bibin.
Şandeya Îmraliyê ku Ahmet Turk jî di nav de ye dê sibe bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Di encama bombebarana dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de li bajarokê Zirganê wêraniyeke mezin çêbû.
Rojnamegerên li Wanê, ji ber binçavkirin, tundî û binpêkirinên mafan ên di dema çalakiyên protestokirina qeyûm de li hempîşeyên wan hatine kirin, serî li Baroya Wanê dan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm de axivî û got: “Rêya aştiyê bi berîqetan nabe, bi qeyûman nabe.”
Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê PM’a DBP’ê Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ku li navçeya Cizîrê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin bibîranîn.
Li Herêma Egeyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got: “Li dijî her cureyên polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan û polîtîkayên şer em li qadan bin.”
Danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya ku ji ber nûçeya têkildarî cerdevanên di hilbijartinê de tevî çekên xwe dengê xwe dayin tê darizandin, hate taloqkirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Ev sepan, nîqaşên ser pêvajoyê jehrî dikin.”
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê li nûçegihana Ajansa Welat Mahmût Altintaş hate birîn.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî serlêdana ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin, wiha got: “Me ji bo Ahmet Turk jî serlêdan kir.”