Dadgehê cezayê muebetê li Kujerê Emîne Bulut birî

  • rojane
  • 13:24 21 Cotmeh 2019
  • |
img
KIRIKKALE – 2'emîn danişîna doza kujerê Emîne Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkale hat dîtin. Parêzerê kujerê Emîne Bulut Ersoy Aytaç, xwest 4 polîs bên guhdarkirin û cezayê bersûc bê kêmkirin. Heyeta dadgehê biryar da û cezayê muebeta giran a girtîgehê li Fadaî Varan birî. 
 
Fedaî Varan li Kirikkale di 18'ê tebaxê de hevjîna xwe ya berê Emine Bulut kuştibû. 2'yemîn danişîna doza kuştina Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hat dîtin. Beriya danişînê Meclisên Jinan, Platforma Jinan a Enqereyê, Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), li pêş Edliyeya Kirikkaleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaiyê de pankarta “Emine Bulut îsyana me ye. Em dixwazin bijîn" vekirin. Dîsa dowîzên ku navê jinên hatin qetilkirin rakirin. 
 
‘EMÎNE BÛ QÊRÎNA JIYANÊ'  
 
Beriya daxuyaniyê Endama Tora Parastina Jinê Esma Çaglak, diyar kir ku qêrîna Emîne Bulut a beriya bê kuştin bû qerîna hemû jinên Tirkiyeyê. Çaglak, da zanîn ku dê li her derê qerîna jinan a "Em dixwazin bijîn" belav bikin. Çaglak, anî ziman ku beriya Bûlût bê kuştin nîv saet berê çûye Qereqolê û wiha got: "Li gel ku Bûlût çû qereqole jî tedbîr negirtin. Em tev dizanin ku peymana Stenbolê ya hêjmar 6284 ji bo me tevan çiqas girîng e. Ji ber vê yekê em dibêjin xala 6284'an û Peymana Stenbolê dide jiyandin." 
 
Li ser navê hemû sazî û rêxistinên jinan Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Hevala me bi qêrîna jiyanê bang me dikir. Digot 'Ez naxwazim bimirin' Ew qêrîn berxwedan bû. Banga jiyanê li hemû jinan dikir.  Ew deng hêj di kuhê me de ye. Di roja kujerê Emine Bulut Fedai Varan tê darizandin em li pêş Edliyeya Kirıkkale ne. Em dixwazin  edalet pêk bê." 
 
Piştî daxuyaniyê danişîna doza kujer Fedaî Bulut li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkale dest pê kir. Di danişînê de bersûc Fedaî Varan ê ji sûcdariya "Bi hovîtî û hesta zanebûn kuşt" ku sûcê muebbeta giran tê darizandin û dayik û bavê kuştî Emine Bulut û parêzerên wê amade bûn. Birayê Emîne Bûlut Mikail û Bekîr Bulut ên girtî bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Zarokên Emîne Bulut û Fedaî  Varan F.B.V. neaîn danişînê. 
 
Piştî xwendina nasnameyan ewil parêzerê Kujer Fedaî Varan Prz. Ersoy Aytaç, parastin kir û xwest çeperê lêpirsînê bê vekirin. Prz Aytaç ewil xwest rêxistinên jinan tev li danişînê nebin. Dîsa xwest naveroka dosyayê bê vekirin. Dîsa xwest şahidên berê dîsa bên guhdarkirin û xwest di çavdêriya pisporan de pirsan ji F.B.V. bipirsin. Prz. Aytaç, dîsa xwest îfadya 4 polîsan bê girtin û sûcê kujer bê daxistin. 
 
Bersûc Fedai Varan jî diyar kir ku tev li daxwazê parêzer dibe. Birayê Emîne Bulut Bekîr Bulut jî bi SEGBİS'ê tev li danişinê bû û got: "Zarok her tişt anî ziman. Pêwist nake carek din bê danişînê. Em daxwazin carek din zarok îfade bide. 
 
Parêzerên Bulut jî anî ziman ku ev cînayeta jinan e û xwestin daxwazên parêzerên bersûc bên redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwazê parêzerê bersûca red kir. 
 
DADGEHÊ CEZAYÊ MUEBETA GIRAN DA KUJERÊ BÛLÛT 
 
 
Piştî navbera danişînê heyeta dadgehê biryar da û der barê kujerê Emine Bulut, Fedai Varan de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" cezayê muebbeta giran a girtîgehê birî.