AMED - Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş dê biçe serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Buak û Dogan Hatun.
Serokê Meclisê û hinek endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê sibe bên Amedê. Hat zanîn ku şande dê biçe serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku Kurtulmuş û endamên komîsyonê dê biçin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.
Hat zanîn ku şande dê sibe saet di 14.00’ê de biçe serdana şaredariyê.