Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir

  • rojane
  • 17:50 3 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 120ˊan de rêziknameya meclisê erê kir û navê Desteya Çandê kir Desteya Çand û Ronakbîriyê.
 
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro rûniştina xwe ya 120ˊan li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmê ya bajarê Reqayê li dar xist. Di rûniştinê de hevserok û endamên meclisên gelan ên kantonên Herêmê û hevserokên Meclisa Rêveber amade bûn.
 
Piştî merasîma rêzgirtinê, nîqaşên rûniştina berê de ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman ve hat xwendin, dûre pêşniyara ku ji Meclisa Rêveber a Herêmê re hatiye rakirin ku navê Desteya Çandê bibe Desteya Çand û Ronakbîriyê hat erêkirin.
 
Dûre rêziknameya meclisê ya ku ji du bend û 37 madeyan pêk tê ji hêla Yasir El Silman ve hat xwendin, nîqaşkirin û guhertinên guncaw li ser hatin kirin.
 
Piştî nîqaşên li ser guhertinên rêziknameyê bi dawî bûn, endamên meclisê bi giştî deng li ser rêziknameyê dan û hat erêkirin.