'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’

  • rojane
  • 16:47 3 Kanûn 2025
  • |
img
AMED/WAN - Parastvanên mafan diyar kir ku astengdar rastî cihêkariyê û polîtîkayên îzolasyonê tên û xwestin pirsgirêkên astengdar dijîn di çarçoveya peymanên navneteweyî de bên çareserkirin. 
 
Bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê, li Amed û Wanê daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser astengiyên astengdar pê rû bi rû dimînin û hat xwestin ku pirsgirêkên wan di çarçoveya teahûdên pemanên navneteweyî werin çareserkirin. 
 
AMED 
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (SHUDER) û Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li Şaxa Komeleya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Di ferqê de be, fêm bike, biguhere” hate hilgirtin. Serokê Şaxa SHUDER’ê ya Amedê Zeydîn Duran di daxuyaniyê de got ku pirsgirêkên astengdar dijîn ne şexsî lê sîstematîk e. Duran, da zanîn ku divê her kes bikare bi rehetî xwe bigihîne her derê lêbelê wesayîtên komelî, peyarê, avahiyên cemaweriyê û hwd. ne li gorî astengdaran hatine çêkirin û ev jî bizava wan a nava rojê asteng dike. Duran, got ku ev rewş astengdaran mehkûmî îzolasyonê dike û got: “Vesazkirinên bajêr divê li gorî rêgeza gerdûnî ya cîhanê bên revîzekirin.” 
 
'ÎKTÎDARÊ MAFÊN ASTENGDARAN TENÊ BI AŞÎKARIYÊN CIVAKÎ BISÎNOR DIKE’ 
 
Di berdewamê de Duran got ku her çend îktîdarê modela astengdariyê ya xwe dispêre maf a di asta teahûdên navneteweyî de esas girtibe jî, ev mafên astengdaran tenê bi alîkariyên civakî bisînor hiştiye. Duran, diyar kir ku ji ber vê sedemê jî di jiyana astengdaran de başbûneke şênber çênabe û tenê di asta sozên siyasî de dimîne. Duran, da zanîn ku civak hêj jî astengdaran weke kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, kesên dilpêşewitî û bar tên dîtin û got: “Ev nêrîn ne tiştekî rasthatî ye. Berhema polîtîkaya dewletê ya li dijî astengdaran e.” 
 
Bi domdarî Duran destnîşan kir ku dûrxistina astengdaran a ji jiyanê, cîbicînekirina mafên wan, xizanî û hiştina barê madî ya li ser milê malbatan, mezintirîn astengiyên li pêşiya aştiya civakî û jiyana demokratîk e. Duran, got: “Aştiya civakî, dema astengdar jinedîtî ve nehatin, dema beşdarî pêvajoyên biryardayînê bûn û dema di qada cemaweriyê û di qadên hilberînê de wekhev tev li bûn dê bibe. Ji bo astengdar bi awayekî rûmet bijîn, heta jiyaneke wekhev û bêastengî tê avakirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
WAN
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî têkildarî mijarê li avahiya şaxê daxuyanî da. Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Kasim Kalkan di daxuyaniyê de got ku li pêşiya tevlibûna jiyanê ya astengdaran astengiyên pergalî hene. Kalkan, da zanîn ku ev astengî nahêlin astengdar mafên xwe yên di qada tenduristî, perwerde, mal, veguhestin û xebatê baş bi kar bînin. Kalkan, got: “Mixabin astengiyên pergala civakî, dikin ku astengdar hîn kêmtir bên dîtin.”
 
 
Bi domdarî Kalkan îşaret bi pirsgirêkên astengdar di dema wergirtina kar û di jiyana xebatê de dijîn kir û axaftina xwe wiha qedand: “Çareseriya van pirsgirêkên pergalî jî, bi misogerkirina wekheviya firsendê pêkan e. Di pêvajoya heyî de hewceye têkildarî mafên astengdaran jî sernavek hebe. Ji bo bi awayekî çalak tev li pêvajoyê bibin, divê tevdîrên hewce bên girtin. Peymana Têkildarî Mafên Astengdaran a NY’ê di 3’yê Gulana 2008’an de ji hêla Lijneya Giştî ya NY’ê ve û di 3’yê Kanûna 2008’an de jî li welatê me kete meriyetê. Di mijara mafên astengdaran de hêj gelek gavên divê bên avêtin hene.”