Tedawiya rojnameger Aykol didome

  • rojane
  • 15:53 3 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin, bi antîbiyotîkên nû didome. 
 
Rojnameger Huseyîn Aykol dema di 14’ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî li beşa çavdêriya awarte didome. Ji ber ku di cergê Aykol de pirsgirêk derket, tedawiya wî niha bi antîbiyotîkên nû didome.
 
Bijîşkan got ku rewşa Aykol stabîl e.