Tedawiya rojnamevan Aykol didome

  • rojane
  • 17:52 1 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkên nû didome. 
 
 
Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn ket ser mêjiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Tedawiya Aykol ê ku piştî du emeliyatan enfeksiyonê xwe li pişika wî girt û sê caran xwîn ket ser mêjiyê wî, di beşa çavdêriya awarte de didome.
 
Hat hînkirin ku rewşa Aykol stabîl e.