DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe

  • rojane
  • 14:14 1 Kanûn 2025
  • |

ENQERE - DEM Partiyê bi boneya Roja Astengdaran daxuyaniyek da û got ku dê di roja yekşemê ya her meha gulanê de Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe. 

 
Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyonê Hatîce Betul Çelebî daxuyanî xwend û wergêra zimanê îşaretê jî Wergêra Zimanê îşaretê Tugba Ersoz kir. 
 
Hatîce Betul Çelebiyê diyar kir ku her sal di 3’yê Kanûnê de hema gotinên jiberkirî tên kirin û heta niha ji bo astengdaran gelek xebat hatine kirin lê kêm in. 
 
'EM ÊDÎ ÇÎROKA XWE DINIVÎSIN’
 
Bi domdarî Hatîce Betul Çelebiyê anî ziman ku hesasiyeta li dijî astengdaran kêm e û wiha pê de çû: “Û ev tevek şano ye. Em naxwazin êdî bibin parçeyeke vê şanoyê. Weke DEM Partiyê dê 3’yê Kanûnê her sal ji bo me bibe roja xebitandina mekanîzmayên rexne û rexnedayînê bê me çi kiriye çi nekiriye û bibe roja hevrûbûnê. Em bi xwe dê çîroka xwe binivîsin.”
 
JI BO MEŞÊ BANG KIR
 
Hatîce Betul Çelebiyê da zanîn ku ew ê her sal di yekşema ewil a meha Gulanê de Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixin û ev bang kir: “Em ê di 3’yê Gulana 2026’an de li Amedê meşê li dar bixin. Em banga tevlibûnê li her kesî dikin.”