Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:55 29 Mijdar 2025
  • |
img
AMED- Şîna ji bo endamên PKK'ê Tarik Yurur û Ferhat Taş hat danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.
 
Li Mala Şînê ya Temîra ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, ji bo endamê PKK'ê Tarik Yurur (Mûnzûr) ku di 31'ê Tebaxa 1996'an de li navçeya Tetwan a Bedlîsê jiyana xwe ji dest da û endamê PKK'ê Ferhat Taş (Fîkret) ku di sala 1994'an de li Semsûrê jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Şîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe li DergûşanŞaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan hat ziyaretkirin. Di dema serdanê de dirûşmeyên wekî "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.
 
Di sersaxiyê de sînezvîyona ku ji wêneyên Yurur û Taş ve pêk dihat, hat nîşandan. 
 
Serdan bi duayan bi dawî bû.