ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Cotmeh 2025
  • |
img

* Li Mêrdînê, çinîna tirî dereng dest pê kir. Li gel vê, îsal randiman jî kêm bû. Gundiyên ku ji mecbûrî li dijî hilberîna endustriyî têdikoşin, li benda alîkariyê ne. 

* Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de axivîn, diyar kirin ku lêpirsîn ji destpêkê ve bi cidî nehatiye kirin û ji bo eşkerekirina kiryarên Rojînê banga yekitiyê kirin.
 
* Li Wanê ku berê ji ber zivistanên dijwar daxwaza êzing û komirê pir zêde bû, ji 14 esnafên bazara komir û êzingan 8 esnaf dikanên xwe girtine. 
 
* Jinên Elewî diyar kirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakan pêdiviyeke lezgîn û pêwîst e û gotin: "Dem dema jinûve avakirina jiyana civakî ye."
 
* Berdana girtî Hakki Ay ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê, ji ber ku gotina, "Mirov, ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe" 6 mehan hat paşxistin.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê têdawîkirin dê were şopandin.
 
* Danişîna ewil a doza endamê ÎHD'ê Nîhat Goktaş ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû 165 roj in di hefsa malê de tê ragirtin dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.40)
 
* 9'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 4'an de bidome. (10.00-19.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ