Rojnamegerên hatin qetilkirin dê bên bibîranîn

  • rojane
  • 11:09 22 Tebax 2025
  • |
img
ÊLIH - MKG û DFG dê ji bo rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tarayê ku bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, merasîma bîranînê li dar bixin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê ji bo rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tarayê ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de ji hêla dewleta Tirk ve li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, bîranînê li dar bixin. Merasîma bîranînê ya bi boneya salvegera yekemîn dê sibe li Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê bê lidarxistin. MKG û DFG’ê têkildarî bîranînê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan. Komeleyan, ji bo bîranîna ku dê sibe saet di 15.00’ê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.