STENBOL - Weqfa Aştiyê, têkildarî astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê diyar kir ku ev helwest ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û destnîşan kir ku divê her kes bikaribe xwe bi awayeke azad îfade bike.
Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Aştiyê, têkildarî astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, daxuyanî da. Di daxuyaniya bi sernavê “Zimanê dayikê heqê bingehîn e” de hate destnîşankirin ku di nava 10 mehan de pêvajo ji qonaxên girîng re bihuriye û astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xebata komîsyonê di nava civakê de baweriya bi pêvajoyê xurt kiriye û wiha hate gotin: “Civînên komîsyonê baweriya kesên aştîxwaz xurt kiriye. Lêbelê Komîsyonê di 21’ê Tebaxa 2025’an de daxwaza Dayika Aştiyê Nezahat Teke ya axaftina bi Kurdî qebûl nekiriye û ev yek ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Divê em ji bîr nekin ku zimanê dayikê tenê ne mafeke mirovî ye, di heman demê de di çareserkirina pirsgirêka Kurd de hêmayeke bingehîn e. Astengiya vî mafî di civînên aştiyê de bêbaweriyê xurt dike. Ji ber vê yekê em bangî Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dikin ku dev ji van helwestên ku pêvajoya mizakere û guftûgoyê dixe xetereyê berdin û helwestên mînak nîşan bidin. Divê em ji bîr nekin ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê mirov e.”