Serlêdanên Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê didomin

  • rojane
  • 09:03 22 Tebax 2025
  • |
AMED - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz ku îsal cara yekem tê lidarxistin, berdewam dikin. Endama Lijneya Rêveberiyê ya MKG'ê Derya Ceylanê diyar kir ku armanca wan xurtkirina têkoşîn û nivîsandinê ya jinan e.
 
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz ku îsal cara ewil ji hêla Komeleya Rojnavanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, didomin. Serlêdanên pêşbirkê ku ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz û rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di 17'ê Hezîranê de dest pê kir û dê heta 28'ê Îlonê berdewam bike. Xelat dê di çar kategoriyan de werin dayîn: "Nûçeyên Kurdî", "Nûçeyên Tirkî", "Wêne" û "Nûçeyên Bidîmen". Nûçeyên serketî yên rojnamevanên jin dê di 6'ê Cotmehê de werin aşkerakirin. Xelat dê bi merasîmekê (8'ê Cotmehê, roja ku Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest daye) werin dayîn.
 
 
Endama Lijneya Rêveber a MGK'ê Derya Ceylan, li ser armanca pêşbirkê axivî û ji bo serlêdanê bang li rojnamevanên jin kir. 
 
BERBIÇAVKIRINA TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ
 
Derya Ceylanê diyar kir ku yekem gerînedeya weşana giştî ya jin a li Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz, parastina rastiyê û di rojnamevaniyê de nêrîna jinan wekî mîrate ji wan re hiştiye. Derya Ceylanê destnîşan kir ku ev pêşbirk ku li ser navê wê tê lidarxistin, ji bo dîtina têkoşîna rastiyê ya ku bi pênûsa jinan hatiye afirandin pir girîng e. Derya Ceylanê destnîşan kir ku xebata rojnamevanên jin di çapemeniya serdest a mêran de pirî caran nayê dîtin û got: "Ev pêşbirk ji bo berbiçavkirina hêla polîtîk hem jî hêla etîk a rojnamevaniya jin de girîng e. Wekî MKG'ê me xwest ku bi Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê rojnamevanên jin berbiçavtir bikin."
 
'ARMANC XURTKIRINA PÊNÛSA JINÊ YE'
 
Derya Ceylanê diyar kir ku rojnamevanên jin hem li qadê û hem jî li deverên din nayên dîtin û got: "Di vî warî de, lidarxistina vê pêşbirkê rewşa heyî ya rojnamevaniya jinê nîşan dide. Mîrateya ku ji Gurbetellî Ersozê hatiye wergirtin, rojnamevanên jin di warê gotinê û bilindkirina dengê xwe de di her qadê de gihandiye asteke girîng. Me ev rê şopand da ku ji wê nêrîna mêranî xilas bibin, têkoşîna ku ji perspektîfa jinan ve li dijî wê tê meşandin bêtir xuya bikin û di civakê de bêtir nîşan bidin. Mesele ne tenê xelat in. Mesele ev e ku careke din girîngiya rojnamevaniya jinê were berbiçavkirin û nîşandan."
 
Derya Ceylanê ku got "Ev pêşbirk ne tenê têkoşîneke takekesî ye; di heman demê de beşeke hevpar a têkoşîna jinan e jî" wiha lê zêde kir: "Armanca me ew e ku em deng, gotin û pênûsên jinan xurt bikin. Em dixwazin piştrast bikin ku dengê rojnamevanên jin bi rêya nûçe, dosye û hevpeyvînên ku ew çêdikin tê bihîstin. Her wiha em dixwazin ji bo rojnamevanên jin ên ciwan qadekê ava bikin. Ev pêşbirk ji bo dîtina bebriçavkirina kedê, pêşxistina hevgirtinê û veguheztina kevneşopiya çapemeniya azad ji nifşên nû re girîng e."
 
Derya Ceylanê got ku mîrateya ku Gurbetellî Ersozê bi gotin, pênûs, hêz û têkoşîna xwe hiştiye kevneşopiyek e û got: "Em vê kevneşopiyê îro, hem li qadê û hem jî li hundir didomînin. Bi pênûsa xwe, bi kamerayên xwe û bi wênegirên xwe tomar dikin û dinivîsin. Lê dema ku em vê kevneşopiyê didomînin, em bi gelek zextan re jî rû bi rû dimînin. Ev zext carinan li qadê dibe sedema tacîza polîsan û carinan jî dibe sedema lêpirsîn û dozên dadgehê. Ji bilî van û zextên bi vî rengî, jin di çapemeniya serdest a mêran de ne xwedî gotin in. Rojnamevanên jin jî armanc dikin ku vê feraseta ku ji hêla mêran ve serdest e ji holê rakin û bibin alternatîfek ji bo çapemeniya mêran a serdest. "
 
Derya Ceylanê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Jinê ya Gurbetellî kir û bang li rojnamevanên jin kir ku baweriya xwe bi pênûsa xwe bînin û ji bo pêşbirkê serlêdanê bikin.
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel