AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da

  • rojane
  • 12:33 24 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo guhdarîkirina axaftinên girtî û malbatan ên di dema hevdîtinê de, biryara “binpêkirina rêzgirtina ji bo jiyana taybet û malbatî” û “azadiya agahîgirtinê” da. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya têkildarî serlêdanên derheqê guhdarîkirina axaftinên girtî û malbatan ên di dema hevdîtinê de ya ji hêla rêveberiyên girtîgehan, da. 
 
AYM’ê, serlêdanên Belma Teke, Havva Teke, Ahmet Recaî Teke, Omer Samî Teke, Selma Gul Teke, Berat Çaglar Yerdelen, Şevval Nîlay Yerdelen û Zelîha Yerdelen bi hinceta ku rêyên serlêdanê xelas nebûne weke “nayê qebûlkirin” nirxand û serlêdanên “Abdulvahap Yûsûf Çevîk û ên din” jî weke “dikare were qebûlkirin” nirxand. AYM’ê dosya lêkolîn kir û biryar da. AYM’ê ji bo guhdarîkirin û qeydkirina hevdîtina girtî bal kişand ser biryara Eşref Kose ku biryara “binpêkirina rêzgirtina ji bo jiyana taybet û malbatî” û “binpêkirina mafê agahîgirtinê” dabû. 
 
'LI DIJÎ KEYFIYETÊ PARASTINEKE GUNCAV E’ 
 
AYM’ê di biryara xwe de got ku di dema hevdîtinên girtî de peywirdarek dikare li cihekî ku bikare axaftinên tên kirin bibihîse bisekine lê nikare bi amûrên teknîkî guhdar bike û qeyd bike. AYM’ê diya kir ku bi biryara xwe li dijî keyfiyetê parastineke guncav kirine. Her wiha AYM’ê da zanîn ku divê armanca mudaxilekirina mafên girtî û malbatan li gorî qanûn û mewzûatan were vegotin. Her wiha AYM’ê, got ku mudaxilekirina mafên azadiya agahîgirtinê û rêzgirtina ji bo jiyana taybet û malbatê li dijî “rêgeza qanûnîtiyê” ye. AYM’ê da zanîn ku tu mewzûatên ku li axaftinan were guhdarîkirin û qeydkirin tune ne û ev biryar da: “Mafê rêzgirtina ji bo jiyana taybet û malbatî û mafê azaiya agahîgirtinê yên serlêderan hatine binpêkirin.” 
 
Dadgehê biryar da ku ji ber binpêkirinan ji her serlêderekî re 30 hezar TL tazmînat were dayin. 
 
MA / Fırat Can Arslan