Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin

  • rojane
  • 15:59 23 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê di çalakiya ku li dijî desteserkirina şaredariyan hatî lidarxistin de, hat destnîşankirin ku rêwatiya desthilatdariyê nemaye û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.

Li Êlihê nerazîbûnên li dijî desteserkirina şaredariyan, dewam kirin. Gel li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bû û xesp protesto kir. Ji Hevşaredariya Êlihê Yeşîl Işik, ji rêixstinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û bal kişand ser desteserkirina Şaredariya Dersimê.
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê Resul Çetîn diyar kir ku ew ti biryara ku îradeya gel tune dihesibîne, nas nakin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP ji bo pêşî li krîza xwe ya siyasî bigire, dijminatiya li hemberî gelê kurd hîn kûrtir kiriye û hîn jî israr dike ku îradeya gel tune bihesibîne.”
 
Çetîn destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê di hedefa desthilatdariyê de ye û ev tişt got, “Rejîma qeyûm dijminê destkeftiyên jinan e jî. Em ê feraseta xwe ya rêveberiya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, timî bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zindî bikin. Polîtîkayên qeyûm derbeyeke siyasî ye. Ji bo me ya esas, îradeya gel e. Em ê li dijî her feraseta ku li hemberî vê îradeyê derdikeve, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Ji bo siberoja demokrasî û azadiyê, em bang li hemû gelê xwe û rêxistinên demokratîk dikin ku xwedî li îradeya gelan derbikevin. Eger hêzeke ku siberoja Dersimê diyar bike hebe, ew jî îradeya gelê Dersimê bi xwe ye.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî Berxwedana Batmanê” bi dawî bû.