Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin

  • rojane
  • 13:42 23 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku 44 sal beriya niha di binçavan de hatî windakirin hat pirsîn û wiha hat gotin: " Em ê ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ji bo li aqûbeta windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin, cara 1026'an li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayên xwe û qurnefîl girtin destê xwe. Vê heftê di çalakiyê de li aqûbeta Hayrettîn Eren hat pirsîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tevlî çalakiyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla xizma Hayrettîn Eren Senetay Yarici ve hat xendin. 
 
Setenay Yarici diyar kir ku der barê Hayrettîn Eren ê di salên 1970'an de piştî darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê di nava tevgera ciwanan de cih girtiye de biryara girtinê hatiye dayîn û got: "Hayrettîn Eren di 21'ê Mijdara 1980'an de bi hevalê xwe re li Derbaseka Haşîm Îşcan a Saraçhanê hat binçavkirin. Di heman operasyonê de 8 kesên hatin binçavkirin, ewil birin Midûriyeta Polîsan a Karagûmrûkê û piştre birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê. Malbata wî çû Qereqola Karagûmrûkê û hat gotin ku Hayrettîn şandine Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. Li ser vê yekê dayika Elmas Eren çû Gayrettepeyê û maşîna bi plaqeya 34 F 6798 a bavê wê û dema Hayrettîn hat binçavkirin, li baxçeyê Şaxa Siyasî dît. 
 
Elmas Eren a ku li kurê xwe pirsî got: "Tu kesê bi vî rengî di binçavan de nîne'. Lê belê li gorî îfadeyên şahidan Hayrettîn Eren wê demê di hucreya qata jêrîn a Şaxa Siyasî de bû. Ji ber ku îfadeya ekîba îşkenceyê ya bi pêşengiya Fîkret Işînkaralar red kir rastî îşkenceya giran hat. Dema 8 kesên bi wî re di heman operasyonê de hatin girtin sewqî edliyeyê hatin kirin û bi gotina 'Hayrettîn Eren jî bi me re hat binçavkirin' serlêdana sûc kirin. 'Ez şahidim ku Hayrettîn Eren hat binçavkirin. Min hem li midûriyeta polîsan hem jî li şaxa siyasî Hayrettîn Eren dît' îfade da dozger."
 
Setenay Yarici da zanîn ku malbata Hayrettîn Eren serî li hemû rayedarên fermî û bi taybetî li Lijneya Ewlehiya Neteweyî da, lê tu encam bi dest nexistine û wiha bi lêv kir: "Kesê bi navê Hayrettîn Eren nehatiye binçavkirin, qet nehatiye guhertin. Malbata Eren bi hemû rêyên qanûnî nekarî encam bigire; Tişta ku hat serê Hayrettîn û maşîna wî ku delîlên binçavkirina wî ye 44 sal in di tariyê de tê hiştin. Elmas û Kemalettîn Eren ji nav me derketin, zarok û neviyên xwe ji lêgerîna goreke ku bi kulîlkan xemilandin hiştin. Em ji cihê ku lê hiştibûn dubare dikin: Midûrê Emniyeta Stenbolê Şukru Balci, Midûrê Şaxa Siyasî Tayyar Sever, Alîkarê Midûrê Şaxa Siyasî Mehmet Agar, Fîkret Işinkaralar şefê ekîba ku îşkence li Hayrettîn kiriye, kiryarên Hayrettîn Eren in. Yên ku dewletê bi rê ve dibin, zîhniyeta 12'yê Îlonê didomînin û aqûbeta Hayrettîn Eren 44 salan vedişêrin û yên winda kirine bêceza dihêlin.
 
Di doza Hayrettîn Eren de erka xwe ya ji bo lêpirsîn û şopandina bi bandor bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Piştî daxuyaniyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren axivî û got, “Em ê bi kîjan qanûnê bawer bikin? Mehmet Agar dema Hayrettîn Eren winda bû, alîkarê midûrê şaxê bû û got, 'Eger ez kerpîçek bikişînim, wê her kes bikeve binê wê'. Kerpîçê bikişîne û kî di binê wê de dimine bila bimîne. Ger Mehmet Agar azad digere, ez ê ji vê qanûnê bawer nakim. Hiqûq ji bo Eren û windahiyên me yên din tu carî kar nekir. Em ê bi kîjan qanûn û kîjan edaletê bawer bin? Em ê ji bo Hayrettîn Eren û windahiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çalakî piştî danîna qurnefîlan bi dawî bû.