Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
- jin
- 16:07 24/2
Jinên Botanî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Li Amedê jî jin li taxên navçeya Sûrê geriyan, li defê xistin, stranên bi Kurdî gotin û belavok belav kirin.
Jinên Botanî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Li Amedê jî jin li taxên navçeya Sûrê geriyan, li defê xistin, stranên bi Kurdî gotin û belavok belav kirin.
Li navçeyên Rezan û Bismilê yên Amedê bi boneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket.
Platforma Jinan a Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tundiya polîsan a li ser kesên hatin binçavkirin da û got: “Ne êrişên we û ne jî polîsên we nikarin me bitirsînin. Em ê serî li ber polîtîkayên we yên qeyûm netewînin."
Kombûna Jinan a Zenûbiya bang kir ku her kes ji bo 3 aktîvîstên Kurd ên cezayê îdamê lê hatine birîn, demildest bikevin nava liv û tevgerê.
Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Li dijî polîtîkayên desthilatê soza têkoşînê hat dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Koroya Jinan Ava kir. Endamên koroyê ji xebatkarên şaredariyê pêk tê.
Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku xetereya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye û xwest ji bo betalklirina biryara darvekirinê seknekî xurtir bê nîşandan.
Gef li nûçegihana NûJINHA’yê ya Helebê Şexaf El Omer û çavkaniyên nûçeyan ên jin tên xwarin.
Jinan li navçeya Silopiyayê bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Wanê de, dan.
Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku gava ewil a pêngava ku TJA daye destpêkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingeha qanûnî neyê avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 15 rojên dawîn de herî kêm 9 jin hatine revandin.
Endamên Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê diyar kirin ku armanca wan bi kampanyaya "Ez Te Dibînim, Bi Te re Me" ew e ku li dijî tundiya mêran hevgirtina bi jinan re xurtir bikin û gotin: "Em dixwazin werin cem hev û xeta xweparastinê ya hestyarî û hevgirtinê ava bikin."
Jina bi navê Ezgî Nûr Bagca ku li Xarpêtê 3 roj bûn agahî jê nedihatin girtin, di daîreya kirê kiribû de mirî hate dîtin.
Di salvegera mirina Rojwelat Kizmaz de ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku peywirdarên ku serlêdana windabûnê paşguh kirin û berpirsyartiya xwe bicih ne anîn bên cezakirin.