Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
- jin
- 09:01 12/7/2024
Li şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan got: "Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Midûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne, dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide bide meşandin."