Li Mûglayê cînayeta jinê
- jin
- 09:48 13/3/2021
Li navçeya Mîlasê, jina bi navê Bensû Narli ji aliyê kesê bi navê Serhat Kantaş ku hat angaşkirin hevalê wê ye ve hat kuştin.
Li navçeya Mîlasê, jina bi navê Bensû Narli ji aliyê kesê bi navê Serhat Kantaş ku hat angaşkirin hevalê wê ye ve hat kuştin.
Di encama tundiya zilaman de li Îzmîrê jinek birîndar bû û Kadîr Yuksel ê trans hat kuştin, li Stenbolê jinek hat kuştin û li Dîlokê jî jinek û sê zarokên xwe ji aliyê Firat T. ve rehîn hatin girtin.
Li gorî nexşeya “Di Siyaseta 2021'an de Jin" Tirkiye di nava meclîsên welatên cihanê de ji rêza 122'an daket rêza 129'an û paşve çû.
Li Dîlokê 4 jinan bi hevdu re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê didin.
Hat angaştkirin ku zaroka 17 salî ya di 8’ê adarê de hatibû angaştkirin ku întihar kiriye, hatiye kuştin. Hat hînbûn ku beriya ku jiyana xwe ji dest bide malbata zarokê bi zorê “testa keçaniyê” pê daye kirin.
Hat diyarkirin ku li jinên ku tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û ji ber dûrişmeyên ku berz kiribûn hatibûn binçavkirin, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin.
Jinên ku ji ber tevli 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a di 8’ê Adarê de hatibû li dar xistibûn bibûn hatibûn binçavkirin, tê payîn ku derxin edliyeyê.
432 roj in xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Dozgerê lêpirsînê jî ji mlabata Dokûyê re gotiye: "Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin." Xwişka Aygul Dokû jî got: "Êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve."
Li navçeya Beylîkduzuyê jineke ku navê wê nehat zanîn bi çekê hat kuştin.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tacîzkirina li ser hesabên medya civakî ya li dijî xwe ku di demên dawî de zêde bûne eşkere kirin.
Jinên ku li dijî pergala serdest a zilam mîna her salê îsal jî, bajarên xwe bi rengê xemrî xemilandin, kelepçeyên xwe şikandin û gotin, “Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste.” Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku ew ne mecbûrin ku tehemûlê vê pergalê bikin.
Li Esenyûrtê ya Stenbolê Sevcan Demîr bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da. Li Beyoglûyê, zilamekê bi kezabê êrişî jinek trans a penaber kir. Li Kocaeliyê jî, Ayten Erbaş, du rojan ser hev, ji aliyê Velî Erbaş ve hat îşkencekirin.
UNICEF, hişyarî da û diyar kir ku ji ber pandemiyê di nav 10 salan de dibe ku zewaca di temenê zarokatiyê de 10 milyon zêdetir bibe.
Navênda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya Tûnûsê, xelat da nûçegihana NûJINHA Zihûr El-Meşreqî.
Ji bo Zîlfînûr Bakir a li navçeya Yalvaçê beriya 5 rojan ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin, lêgerîn dan destpêkirin.