Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
- jin
- 13:46 08/2/2022
Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê revî û hevjîna xwe Remziya Yoldaş (29) qetil kir, ji doza tê darizandin “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê lê hat birîn.
Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê revî û hevjîna xwe Remziya Yoldaş (29) qetil kir, ji doza tê darizandin “bi zanebûn kuştinê” cezayê hefsê yê muebbetê lê hat birîn.
Felek Tanirgan ku bi darê zorê ji gund hatiye derxistin, 3 caran hatiye girtin, 23 sal in hevjînê wê girtiye û keçek wê 10 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye, bi têkoşîn û berxwedaneke 5 salan kujerê keça xwe daye girtin. Tanirgan, tiştên hatine serê wê wekî "bedêla ji bo azadiyê" pênase kirin.
Meclisa Jinan a HDP’ê derheqê êrişên li ser siyasetmedarên jin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî parlamenter Semra Guzel û jinên siyasetmedar encama têkçûna desthilatdaran e û dê armanca van êrişan hasil nebin.
Lijneya Venihêrîna Çapemeniyê ya Îranê, Ajansa Nûçeyan a Roknayê ku nûçeya qetilkirina Mona Heyderî parve kiribû, girt.
Bîrsen Kars a ji “Operasyona Vegera Jiyanê” bi birîndarî xelas bûbû, li Elmanyaya ku tedawiya penceşêrê didît jiyana xwe ji dest da.
Jina îranî ya bi navê Mona hayderî ku ji ber tundiya hevjînê xwe reviyabû Tirkiyeyê, piştî ku hatibû dîtin û careke din wê biribûn Îranê, hat kuştin.
Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS’ê, di meha çileyê de 31 jin hatine kuştin û 30 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
26 jinên ku li navçeya Geverê wêneyên wan bi awayekî bê destûr li ser hesabên medyaya dîjîtal, hatine parvekirin û hatine tacîzkirin, serî li ÎHD’ê dan.
Li Cizîrê dayikan anîn ziman ku 15'ê Sibatê komploya navdewletî li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ji bo wan rojeke reş e û gotin: "Ew bû mamosteyê me jinan. Em ji bo wî çi bikin têr nake. Em deyndarê Ocalan in."
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ku bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê, got: "Cihê girtiyên nexweş, ne girtîgeh in."
Endamên DAKAP'ê ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk û girtiyên nexweş daxuyanî dan û kartên piştevaniyê ji Tugluk re şandin.
Li navçeya Hezexê, jina bi navê Kader Yagbasan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
KCDP’ê daneyên meha çile eşkere kir û li gorî daneyan di meha çile de 26 jin hatine kuştin û 28 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Mêrdînê jina ku du meh berê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. nas kiriye, piştî çawişê pispor gefan lê dixwe diçe qereqolê giliyê wî dike. Li qereqolê polîs di ber wê dane û nehiştine gilî bike. Piştî vê jinik diçe serdozgeriya komarê giliyê çawiş dike. Dozgerî jî bêyî ku îfadeya esker bigire derbarê wî de biryara dûrxistinê dide.
D.D.'ya ku li wargeha cemaetê tahdeya derûnî lê hatiye kirin, anî ziman ku piştî jinên ku çîroka wan wekî ya wê nas kiriye ji wargehê derketiye û got: "Gava em tevli dersên wan nedibûn tahde li me dikirin."