TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
- jin
- 14:45 04/3/2023
TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê ya li Islahiyeyê de hatin gelhev ev peyam dan: “Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin.”
TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê ya li Islahiyeyê de hatin gelhev ev peyam dan: “Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin.”
Li gundê Qeman ê navçeya Elbistanê ku ji erdhejê bi bandor bû bi pergaleke xweser a di pêşengtiya jinan de hatiye avakirin birîn tên pêçandin. Muxtar Sîdar Yildiz a bi hêza çareseriyê dibe mînak wiha got: “Em bi pergaleke demokratîk hilberîna di cih de esas digirin.”
Dayikên Aştiyê ji ber ku ku gotin desthilat divê ne ji bo şer, ji bo herêmên erdhêjê seferber bibe, ketin ber lêpirsînê. Dayikan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê her tim doza aştî û piştevaniyê bikin.
Alîkariyên di pêşengtiya HDP, HDK û TJA’yê de hatin komkirin bi TIR’ên Xemrî ber bi herêma erdhejê ve hatin birêkirin. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê adarê ji jinên girtî re qert hatin şandin.
Hediye Kîn a protezên lingên wê sist bûne, di roja erdhejê ya 26’an de hêj jî negihiştiye kon.
Jinan ku gotin dê 8'ê Adarê li herêmên erdhejê bi piştevaniyê pêşwazî bikin, diyar kirin ku têmaya 8'ê Adara îsal "mor-reş û hesabpirsîn" e û ji bo jinûveavakirinê bang kirin.
Jinan li gelek bajaran starta 8’ê Adarê dan û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê û gotin ew bi hêrs in û dê hesab ji vê zilmê bixwazin û jiyanek nû ava bikin.
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin.
Jinên şirnexî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi mexdûrên erdhejê yên jin re hatin ba hev û peyama piştevaniyê dan.
Nûnerên rêxistinên jinan ên 8’ê Adarê li Hatayê bi piştevaniyê pêşwazî dikin, diyar kirin ku baweriya jinan bi dewlet û tu saziyan nayê wê nayê û wiha gotin: “Lewma jî em li vê derê ne. Li devereke tarî û di bin kavilan de jin dê bi rêya piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin.”
Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê Zeynep Korkmaz destnîşan kir ku ew ji roja ewil ve li qada erdhejê ne û bal kişand ser pirsgirêkên ku jin ûz aroka bi wan re rû bi rû dimînin. Korkmazê got ku dê alîkarî û piştevaniya wan a ji bo mexdûrên erdhejê bidome.
Daxuyaniya jinan ku bi pêşengiya TJA'yê li ber Nûnertiya HDP'ê ya Kanaryayê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û 6 jinên din hatin sewqkirin.
Hat îdiakirin ku li Wanê Çîgdem Cansiz a 18 salî întîhar kiriye.
TJA’yê li Semsûrê bi serdana konbajarê mexdûrên erdhejê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê wiha got: “Em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe.”