Li Mazgêrdê hewldana tacîzê

  • jin
  • 16:15 4 Îlon 2018
  • |
img
DERSIM - Hat diyar kirin ku li Mazgêrdê, Muzaffer G. ê xwestiye tacîzî jina sewalên xwe diçêrandin bike, hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Midûryeta Polîsan G. hat berdan. 
 
Hat ragihandin ku di hefteya derbasbûyî de li gundê Goman ê navçeya Mazgêrda Dersimê, Muzaffer G. hewl daye tacîzî jina sewalên xwe diçêrandin bike. Di dema hewldana tacizê de jina sewalên xwe diçêrandin kiriye qîrîn û gundiyên ku dengê wê bihîstine çûne cihê bûyerê. Niştecihên  gund mûdaxeleyî tacîzkar dikin û agahî didin Cendirmeya Darikentê. Muzaffer G. ê di saetên şevê de hat binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan. 
 
LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN 
 
Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Nûnerên jinan ên sazî û partiyên siyasî yên Dersimê bertek nîşan dan û ketin nava tevgerê. Jin ji bo derbarê bûyerê  de agahî bigirin çûn gund û bi jinên gund re hevdîtin pêk anîn. 
 
JINAN BERTEK NÎŞAN DA
 
Nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî yên Dersimê, di saet 13.00’an de li gundê Goman daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin Muzafer G. gund biterikîne.