Li Mazgêrdê hewldana tacîzê 2018-09-04 16:15:43   DERSIM - Hat diyar kirin ku li Mazgêrdê, Muzaffer G. ê xwestiye tacîzî jina sewalên xwe diçêrandin bike, hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Midûryeta Polîsan G. hat berdan.    Hat ragihandin ku di hefteya derbasbûyî de li gundê Goman ê navçeya Mazgêrda Dersimê, Muzaffer G. hewl daye tacîzî jina sewalên xwe diçêrandin bike. Di dema hewldana tacizê de jina sewalên xwe diçêrandin kiriye qîrîn û gundiyên ku dengê wê bihîstine çûne cihê bûyerê. Niştecihên  gund mûdaxeleyî tacîzkar dikin û agahî didin Cendirmeya Darikentê. Muzaffer G. ê di saetên şevê de hat binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.    LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN    Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Nûnerên jinan ên sazî û partiyên siyasî yên Dersimê bertek nîşan dan û ketin nava tevgerê. Jin ji bo derbarê bûyerê  de agahî bigirin çûn gund û bi jinên gund re hevdîtin pêk anîn.    JINAN BERTEK NÎŞAN DA   Nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî yên Dersimê, di saet 13.00’an de li gundê Goman daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin Muzafer G. gund biterikîne.