Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye

  • jin
  • 09:02 24 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Dr. Sonia Achkar diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî zêde jinên li herêma Hîzbullahê dijîn bibandor dibin û wiha got: “Têkoşîneke jinan a li dijî şer heye lê hêza birêxistinkirî qels e.” 

Li Lubnanê ku şerê Îsraîl-Hîzbullahê lê didome jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî di bin siya şer de pêşwazî dikin. Êrişên Îsraîlê yên ji 8’ê cotmeha 2023’yan ve li dijî Xeze ya Filistînê dabûn destpêkirin, ji 1’ê cotmehê ve li Lubnanê belav bûn. Êriş bi taybet jî li dijî bajarên başûr û li herêmên Bekaa û Baalbekê tên kirin. Jin û zarok jî di nav de heta niha herî kêm 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 13 hezar kes jî birîndar bûn. 
 
Akademîsyen, nivîskar û rojnameger Dr. Sonia Achkar têkildarî rewşa li Lubnanê bi ajansa me re axivî. 
 
DI BIN SIYA ŞER DE JIN 
 
Sonia Achkar a li Lubnanê dijî got ku şer û nêrîna lubnaniyan hev nagirin. Sonia Achkar, wiha got: “Jinên lubnanî ji bo çareseriyê piştevaniyeke xurt raber dikin. Em dixwazin zextê li Hîzbullahê bikin ku biryarên beriya hikûmeta Lubnanê dide careke din ber çavan re derbas bike. Bêguman jinên lubnanî aştî, hizûr û derûniyeke aram dixwazin. Li hêzeke dê rastiya wan a civakî û siyasî baş bike digerin.” 
 
Bi domdarî Sonia Achkar anî ziman ku şer bi awayên cuda bandorê li gelan dike û wiha pê de çû: “Bandora esasî ya şer ev in; ya yekemîn, şerê psîkolojîk e. Mirov her tim ditirsin. Ji bo rewşa li Beyrûdê kontrol bikin her roj nûçeyan dişopînin. Ya duyemîn, karker ditirsin biçin ser karê xwe. Bi taybet jî heke cihê lê dijîn nêzî eniyan be. Hinek şîrket ji ber rewşa zehmet a Lubnanê nîvmûçeyê dide xebatkarên xwe. Jinên lubnanî şer weke xewnereşkekê dibînin ji ber ku tevî zarokên xwe jiyaneke zehmet dijîn. Hinek dibistan û zanîngeh hatine girtin. Derdora herî zêde ji şer bibandor bûye, ew kesên ji herêmên Hîzbullahê ji cih û warên xwe bûne. Her tiştê xwe winda kirin; malên xwe, wesayîtên xwe, kar û belkî endamên malbatên xwe.” 
 
RÊXISTINIYA JINÊ
 
Sonia Achkar, anî ziman ku di têkoşîna jinê ya li dijî şer de hêza rêxistinkirî kêm e û wiha axivî: “Rêxistinên weke Rêxistina Parastina Mafên Jinan a Lubnanê (KAFA) hene. Her wiha jinên bi awayekî çalak li dijî şer derdikevin hene. Lê ji ber piştevaniyeke herêmî ya zêde nîne, ev hewldan bisînor in. Tevî vê jî li seranserî Lubnanê çalakî û semîneran li dar dixin. Pêdiviyeke mezin bi piştgiriya saziyên navneteweyî heye.” 
 
Sonia Achkar, herî dawî jî ev bang kir: “Dixwazî li hundir dixwazî li derve, divê em li dijî hemû dijminan bibin yek. Tiştên di demên dawî de me li Lubnanê dîtin nîşanî me da bê ka yekitiya me ya neteweyî çiqasî zeîf e. Divê em vê yekitiya ku bingeha Lubnanê li ser hatiye avakirin biparêzin. Ji ber ku Lubnan li dijî her kesên êrişî vê yekitiyê dikin veguherî xakeke berxwedêr. Tişta pêdiviya Lubnanê pê heye jî ev e. Hêvîdarim şer di demekî nêz de bi dawî bibe û şer li seranserî cîhanê belav bibe.” 
 
MA / Hîvda Çelebî