Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne

  • jin
  • 09:01 24 Mijdar 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Êzidî yên ku piştî fermana 74’an xwe bi rêxistin kirin, di avakirina jiyaneke nû de pêşengiyê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî diyar kir ku ji her gel û baweriyan jin di çarçoveya fikra neteweya demokratîk de tên gel hev û jiyaneke nû ava dikin. 

DAIŞ'ê di 8’ê Hezîrana 2014’an de parêzgeha Nînowa ya Iraqê ku navenda wê Mûsil e, bi dest xist û piştre jî di 3'yê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê. Di van êrişan de gelek Êzidî bi awayeke hovane hatin qetilkirin û ji qirkirineke mezin re derbas bûn. Di van êrişan de nêzî 7 hezar jin û zarok jî hatin revandin. Ji ber êrişan bi sed hezaran Êzidî neçar man koçî Çiyayê Şengalê bikin, gelek kesan di riyan de  jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê ku bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi sed hezaran koçber bûn, jin û zarok li bazarên koleyan hatin firotin. Bi rizgarkirina Şengalê re li lbajar bingeha jiyaneke nû hate avêtin. Bi hezaran Êzidiyên ku vegeriyan Şengalê bi rêya meclis û komunên li ser axa xwe xwe ji nû ve birêxistin kirin. Jinên Êzidî yên ku li dijî êrişan bi berxwedana xwerêveberiyê ya ku pêşxistibûn îro di her qadê de pêşengiya civakê dikin.
 
Bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de ne û li benda rizgarkirinê ne. Her wiha gelek jî di kampên PDK'ê de dimînin û di nav şert û mercên herî zehmet de li berxwe didin. Ferîde Şengalî jî di sala 2014'an de ji ber êrişên DAIŞ'ê ji nêçariya xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bû û di kampan de ma. Piştre Şengalî dîsa vegeriya ser axa xwe û ji bo parastina jinên Êzidî û bi rêxistinkirina jinan di nava kar û xebatên jinan de cihê xwe girt. Şengalî niha endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye. Şengalî bi minesebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî axivî. 
 
BERIYA FERMANÊ JINÊN ÊZIDÎ
 
Ferîde Şengalî, diyar kir ku beriya fermanê jinên Êzidî di bin desthilatdariya mêr û dewletê de dijiyan û li gorî wê jiyana xwe di domandin. Ferîde Şengalî, wiha got: “Beriya fermanê li Şengalê nedihiştin ku jin li malê derbikevin. Digotin,'ew jina ku ji malê dernekeve bi şerefe.’ Gelek êriş li ser jinan hebûn. Hebûna jinan di dorpêçê de bû. Beriya vê fermanê nedihiştin ku jinek siyasetê bike yan jî di nav hêzên leşkeriyê de cih bigire. Di serdema Sedam de jî çend jinên Êzidî di nav siyasetê de hebûn. Ew jî herkesekî henekên xwe pê dikirin. Digotin, 'çawa dibe ku jinek di nav siyasetê de cih digire, divê ku jin ji siyasetê dûr bin, divê ku jin tenê li ser mala xwe bisekinin.' Jin, wiha dihatin naskirin. Digotin, 'divê jinên Êzidî her tim wisa bin.' Ji ber vê hişmendiyê jî gelek êriş li ser hebûna me jinan hebûn. Dora me jinan bi dijminên me ve dagirkirî bû. Jineke Êzidî ji vir heta Mûsilê nedikarî biçe. Vê ferasetê em di nava çar dîwaran de hiştin. Ev jî berhemê vê siyaseta ku dihate meşandin bû.”
 
'JINÊN ÊZIDÎ ŞIYAR BÛN'
 
Ferîde Şengalî, bi lêv kir ku piştî fermanê jinên Êzidî xwe birêxistin kirin û di her qadên civakî de cihê xwe girtin. Ferîde Şengalî detnîşan kir ku piştî fermanê 7 hezar keç û jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê û wiha pê de çû: “Heta niha 74 ferman êzidiyan derbas kirin. Piştî vê fermana dawî em jin ketin nava lêgerînekî de. Piştre em gihiştin wê zanebûnê ku çima em hedef tên girtin. Vê fermana dawî bi xwe re êşeke mezin anî. Lê piştî ku hevalên gerîla bi me ve hatin em ketin merheleyeke nû de û em weke jînên Êzidî hişyar bûn. Me jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir. Wexta fermanê jî û piştî fermanê jî me jinên Êzidî berxwedaneke mezin da. Jinên Êzidî ew jiyana ku li wan dihate ferzkirin qebûl nekirin. Ew jin û dayikên ku beriya fermanê ji mala xwe dernediketin bûn siyasetmedarên vê civakê. Ji ber wê jî bi fermana 74'an jiyana me bi giştî guherî. Jin jî nêçar man ku li ber xwe bidin. Piştî ku me fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan naskirî û ew jinên gerîla ku hatin hawara Şengalê me dîtin, me ji wan tecrûbe girt. Jinên Êzidî çek rakirin bûn hêza parastinê, bûn siyasetmedar tişteke ji vê pîroztir nebû. Ew fikrê ku me ji Êzdatiyê dûr bike ew fikir bi ser neket. Me xwe birêxistin kir. Berxwedana jinên Bakur û Rojava ji bo me bûn mînaka herî mezin. Me tekoşîna ku wan da ji xwe re esas girt."  
 
‘PDK DI KAMPAN DE ÊZDATIYÊ DIDE JIBÎRKIRIN’
 
Bi domdarî Ferîde Şengalî bal kişand li ser jinên Êzidî ku destê DAIŞ'ê û kampên PDK'ê de dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di kampên PDK'ê de êşa herî mezin ew bû ku jinên Êzidî ji êzdatiyê dûr dihatin xistin. Ji bo vê jî delîl û îspat hene. Êzdatî exleq, felsefe û baweriyek bû. Miroveke ku ji exleqê xwe dûr bikeve ne felsefeya wî heye û ne jî fikir û ramanê wî/wê heye. Şereke taybet li wargehan dihate meşandin. Texrîbeteke geleke mezin li ser me çêkirin. Heta niha jî gelek Êzidî di destê DAIŞ'ê de ne. Vê fermanê tiştên gelek nebaş bi xwe re anîn. Lêbelê heta azadiyê jî bi xwe anî. Jinan xwe di nava agir de afirandin. Çi Êzidî be û çi Şîe be û çi jî ereb be hemû hembêz kirin û bû sedem ku em bi hev re ser xeta azadiyê bimeşin. Ji ber wê îro ew polîtîkayên ku li ser Şengalê didin meşandin jinên Êzidî pêşiya wê digirin. Heke ku em mînak bidin YJŞ 24 seatan keç û jinên Êzidî diparêze. Wexta ku jin xwe perwerde bike û tekoşîna xwe bimeşîne aliyê aborî de jî dikare xwe li ser piyan bigire. Lê pêşiya jinên Êzidî tê girtin. Lê beşeke ji jinên Êzidî hêza wê heye, li ber xwe dide û pirsgirêkên jin hebe çareser dikin. Jinên ku pirsgirêk dijîn jî berê xwe didin me. Ev jî ji me serfiraziye. "
 
'JI HER BAWERIYÊ JIN BI HEVRE TÊDIKOŞIN'
 
Bi domdarî Ferîde Şengalî anî ziman ku li Şengalê ji her nijad û baweriyan jin bi hevre pergala netewa demokratîk didin avakirin û wiha got: “Piştî fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan di nava civaka me de belav bû, me netewa demokratîk ava kir. Pêşiya ku ev fikir nehatiye avakirin jî zilamên ji baweriyên cuda diçûn cem hev rûdiniştin. Lêbelê jinên ji bawerî û nijadên cuda nediçûn cem hev. Lê piştî fermanê me jinan rêxistina xwe ava kiriye û ev jî netewa demokratîk e. Jinên Ereb û Êzidî di nav de cih digirin. Deriyê TAJÊ ji jinan re vekiriye. Em li ser fikrê netewa demokratîk hatine avakirin. Ew jinên ku hevdû nas nedikirin û ji hev bêpar dijîn îro ji hev hêz digirin û bi hevre çalakiyan li dar dixin û bi hevre dijin. Ev jin bi hevre pirsgirêkên xwe çareser dikin û li ser xetekî dimeşin. Tişta ku herî giring jî li ser tekoşîna azadiya jinê dimeşin. Ev jî ji bo me gelek girîng e. Niha em pêşengiya wê yekê dikin ku tifaqiya jinên Iraqê çêbibe. Hemû netew bikaribin xwe di nava vê pergalê de bihewînin. Îro pergalên serdest dixwazin ku hemû netewan bikin dijminên hev. Em îro li dijî vê têdikoşin."
 
YEKANE XEBATA WAN RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ NE 
 
Ferîde Şengalî, diyar kir ku weke TAJÊ wan di her qadan de meclis û komûnên xwe avakirine û bi lêv kir ku yekane armanca wan ew e ku jinên di kampan de û di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Ferîde Şengalî, wiha pê de çû: “Di her gundekî de meclisên jin hatine avakirin. Di demên pêş de em ê komûnan jî ava bikin. Em ê kar û xebatên TAJÊ berfirehtir bikin. Çi pirsgirêka jin hebe em dixwazin ku çareser bikin. Çimkî yê ku pirsgirêka jin çareser bike TAJÊ ye. Tundiyeke mezin li ser jinê heye. Jinên ku îro di kampên PDK'ê de dimînin xetereyên mezin li ser wan hene. Êrişên herî zêde jî li ser wan jinan heye. Nikarin derbasî Şengalê bibin, ji qetilkirinê ditirsin. Di kampên PDK'ê de jinên Êzidî hatine kuştin. Lê em ji wan jinan re dibêjin bila bên vegerin Şengalê. Em ê bi hevre alîkariya hev bikin û wê tundiya li ser wan xelas bikin. 
 
Niha di pêşiya me de du tişt hene. Yek ji wan xelaskirina jinên di kampên PDK'ê de ne û ya duduyan jî jinên ku destê DAIŞ'ê de. Em niha li ser herdû aliyan dixebitin ku van jinan dîsa bînin li ser fikrê êzdatiyê. Ji xwe ew jinên ku tên rizgarkirin jî hemû bi saya YPG, YJŞ û HSD tên rizgarkirin. Herî dawî 2 keç hatin rizgarkirin. Yek ji van li Filîstinê û yek jî li Tirkiyeyê dihate dîlgirtin. Dema ku PDK li ser mijarê daxuyanî dide jî dibêje, ‘ev ji destê DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin.’ Nabêje ku li Tirkiyeyê bû. Bi sedan keçên Êzidî ku destê DAIŞ'ê de ne li Tirkiyeyê ne. DAIŞ li Tirkiyeyê û endamên wan in. Jinên ku rizgar dibin jî nahêlin ku ev jin derbasî Şengalê bibin derbasî Ewropayê dikin. Nahêlin ku delîlê fermanê hebe. Vê polîtîkayê jî didin meşandin.” 
 
'EM Ê BI FIKRÊN OCALAN TÊBIKOŞIN'
 
Ferîde Şengalî destnîşanî tekoşîna ku bê dayin kir û got ku her jinen divê ku bi zanistiya jin tevbigere û têbikoşe. Ferîde Şengalî, axaftina xwe wiha qedand: “Weke jinên Êzidî heke ku em fikrekî ava nekin û bi hevre netêkoşin em ê nekarin xwe biparêzin. Ji ber ku siyaseteke gelek xerab li ser Şengalê heye. Heke ku di nava vî şerî de em tekoşîna xwe mezin nekin em ê nekarîn bimînin. Tişta herî girîng ew e ku em xaka xwe biparêzin. Ew jinên Êzidî ku bi lehengiya xwe û pakrewaniya xwe hatine naskirin em ê roja me ya îro de jî em ê bi fikrê birêz Ocalan têbikoşin. Em ê ji tevahiya jinên cîhanê re bibin mînak û di têkoşîna azadiya jinê de bibin xwedî tecrûbe.”
 
MA  / Zeynep Durgut