Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100

  • rojane
  • 13:16 27 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'ê têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û piştre qarneya polîtîkayên AKP'ê bi raya giştî re parve kir: Li ser navê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag puanên qarneya AKP'ê parve kir û diyar kir ku AKP di dersên demokrasî, edalet, hiqûqê  û polîtîkayên jinê 0 puan stendiye. Dag, anî ziman ku di dersên Xesp, nelirêtî, tacîz û tecawizê de jî 100 puan girtiye.   

 
Maclîsa Ciwanên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Ametê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Meclîsa Rêveber a Ciwanên HDP'ê Metin Yılmaz, ewil bal kişand ser vîrûsa corona û diyar kir ku ji ber vîrûsê bi sed hezaran mirov mirin û wiha got: "Ev şewb, encama qirîza pergala kapîtalîst e. Di vê pêvajoya ku teknolojî û zanist pêş ketiye, nedîtina çareseriyê mirovan dixe nava fikaran. Ev di heman demê de nîşan dide ku pergal dixwaze civakê têxe nava felaketan. Li Tirkiyeyê rewşa şewba vîrûsê bêtir xerab e. Miriyan vedişêre û çîrok û hişê serkeftinê pêş dixe.  Îxtîdara AKP-MHP'ê şewbê wekî lutfa xwedê nîşan dide û li gorî berjewendiyên xwe dike firsend. Bi vê yekê muxalefeta civakî bincil dike û zextan li ser muxalefetê pêş dixe. Gavên sazîbûna faşîzmê davêajin."
 
KUJER Û TECAWIZKAR SERBEST BERDAN 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan Yilmaz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi derxistina zagona înfazê, çete, kujerên jinê, tacîz û tecawizkar serbest hatin berdan û wiha lê zêde kir: "Kesên wekî îqtîdarê nafikirin jî kirin hedef. Bi hezaran mirov di pêvajoya Corona de nehatin berdan û bi mirinêre rû bi rû hatin hiştin. Çend roj berê aktivîstên jin ên li dijî tundiyê têdikoşin hatin binçavkirin û hatin girtin. Di vê pêvajoya corona de polîtîkayên îqtîdarê herî zêde bandor li ser ciwanan kiriye. Di 20 salên îqtîdarêde her dem polîtîkayên perçekirin û bişaftinê li ser ciwanan pêş xistine. Bê tesîr û bê polîk hiştine. Di hedefa faşîzmê de herî zêde hêza civakê ciwan hene. Dixwazin ciwan bê hevî û bê pêşeroj mezin bibin. Di pêvajoya corona de jiyana dijwar ji bo ciwanan bêtir dijwar kirine. Bêtir ciwan xistine nava xizanî, betalî, bê perwerdehî, îstîsmar tacîz û tecawizê. Di pêvajoya corona de bêyî nerîn û fikra ciwanan bigire navber dane perwerdehiyê û mafê milyonan ciwanan ê perwerdehiyê xezp kirine. Ji dûrve perwerdehiyê didin û bi milyonan ciwanên ku derfetên wan ên înternet û bilgisayerê tune. Bi milyonan ciwan ji ber bê derfetiyê nekaribûn xwebigînin xizmeta perwerdehiyê û mafê wan ê perwerdehiyê hatiye xezpkirin. Bi heman rengî xwendekarên zanîngehê jî mexdûr bûne. Li gorî lêkolînê ji sedî 63'ê xwendekaran li malên wan înternet tune ye. " 
 
ZAGONA ÎNFAZÊ JI VÎRÛSÊ BÊTIR TALÛKE YE
 
Yilmaz, bal kişand ser zagona înfazê û wiha got: "Zagona Înfazê ku di meclîsê re derbas kirin ji ber cudakariyê ji vîrûsê bêtir talûke ye. Ji bo me vîsûsa esil ev zihniyet bi xwe ye. Ev feraset bi salan e civakê û ciwanan jahrînî dike. Ev feraset çavkaniya xizanî, birçîbûn, cudakariyê ye. Em ciwan ji bo civakê ji vê feraseta vîrûsê xelas bikin em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî mezin bikin."  
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amede Dersîm Dag qarneya polîtîkayên AKP'ê bi raya giştî re parve kir. Dag ders û notên ku meclîsa ciwanan daye AKP'ê rêz kir û wiha got:   
 
DERS Û PUANÊN AKP'Ê 
 
Polîtîkayên Perwerdehiyê = 0
Polîtîkayên Jinê = 0
Wekheviya civakî = 0
Demokrasî = 0
Hiqûq = 0
Edalet = 0 
Piştevaniya Civakî = 0
Xezpa vîne = 100
Nelirêtî = 100
Tacîz cînayet û tecawiza li dijî jinê = 100
Tundiya Polîsan = 100
Nêzîkatiya mafên sendîkayî = 0
Aborî = 0
Hurmeta nirxên mirovahiyê = 0
Tendurîstî = Xerab
Perwerdehî = Xerab
Pêşxistina Edaletê = XErab
Avakirina Pergala Hiqûqê = Xerab
Berberiya Nijadperestî = Pir başe
Têkiliya bi Welatiyan re = Xerab
Têkiliyên bi Muxalefetê re = Pir xerab 
Têkiliyên bi Rûsya û YE re = Nediyar e 
Têkiliyên bi Welatên Cîran re xerab 
 

Sernavên din

15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin HATE NÛKIRIN
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir