Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê Edalet, demokrasî = 0Tundiya Polisan = 100 2020-05-27 13:16:19 AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'ê têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û piştre qarneya polîtîkayên AKP'ê bi raya giştî re parve kir: Li ser navê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag puanên qarneya AKP'ê parve kir û diyar kir ku AKP di dersên demokrasî, edalet, hiqûqê  û polîtîkayên jinê 0 puan stendiye. Dag, anî ziman ku di dersên Xesp, nelirêtî, tacîz û tecawizê de jî 100 puan girtiye.      Maclîsa Ciwanên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Ametê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Meclîsa Rêveber a Ciwanên HDP'ê Metin Yılmaz, ewil bal kişand ser vîrûsa corona û diyar kir ku ji ber vîrûsê bi sed hezaran mirov mirin û wiha got: "Ev şewb, encama qirîza pergala kapîtalîst e. Di vê pêvajoya ku teknolojî û zanist pêş ketiye, nedîtina çareseriyê mirovan dixe nava fikaran. Ev di heman demê de nîşan dide ku pergal dixwaze civakê têxe nava felaketan. Li Tirkiyeyê rewşa şewba vîrûsê bêtir xerab e. Miriyan vedişêre û çîrok û hişê serkeftinê pêş dixe.  Îxtîdara AKP-MHP'ê şewbê wekî lutfa xwedê nîşan dide û li gorî berjewendiyên xwe dike firsend. Bi vê yekê muxalefeta civakî bincil dike û zextan li ser muxalefetê pêş dixe. Gavên sazîbûna faşîzmê davêajin."   KUJER Û TECAWIZKAR SERBEST BERDAN    Endamê Meclîsa Ciwanan Yilmaz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi derxistina zagona înfazê, çete, kujerên jinê, tacîz û tecawizkar serbest hatin berdan û wiha lê zêde kir: "Kesên wekî îqtîdarê nafikirin jî kirin hedef. Bi hezaran mirov di pêvajoya Corona de nehatin berdan û bi mirinêre rû bi rû hatin hiştin. Çend roj berê aktivîstên jin ên li dijî tundiyê têdikoşin hatin binçavkirin û hatin girtin. Di vê pêvajoya corona de polîtîkayên îqtîdarê herî zêde bandor li ser ciwanan kiriye. Di 20 salên îqtîdarêde her dem polîtîkayên perçekirin û bişaftinê li ser ciwanan pêş xistine. Bê tesîr û bê polîk hiştine. Di hedefa faşîzmê de herî zêde hêza civakê ciwan hene. Dixwazin ciwan bê hevî û bê pêşeroj mezin bibin. Di pêvajoya corona de jiyana dijwar ji bo ciwanan bêtir dijwar kirine. Bêtir ciwan xistine nava xizanî, betalî, bê perwerdehî, îstîsmar tacîz û tecawizê. Di pêvajoya corona de bêyî nerîn û fikra ciwanan bigire navber dane perwerdehiyê û mafê milyonan ciwanan ê perwerdehiyê xezp kirine. Ji dûrve perwerdehiyê didin û bi milyonan ciwanên ku derfetên wan ên înternet û bilgisayerê tune. Bi milyonan ciwan ji ber bê derfetiyê nekaribûn xwebigînin xizmeta perwerdehiyê û mafê wan ê perwerdehiyê hatiye xezpkirin. Bi heman rengî xwendekarên zanîngehê jî mexdûr bûne. Li gorî lêkolînê ji sedî 63'ê xwendekaran li malên wan înternet tune ye. "    ZAGONA ÎNFAZÊ JI VÎRÛSÊ BÊTIR TALÛKE YE   Yilmaz, bal kişand ser zagona înfazê û wiha got: "Zagona Înfazê ku di meclîsê re derbas kirin ji ber cudakariyê ji vîrûsê bêtir talûke ye. Ji bo me vîsûsa esil ev zihniyet bi xwe ye. Ev feraset bi salan e civakê û ciwanan jahrînî dike. Ev feraset çavkaniya xizanî, birçîbûn, cudakariyê ye. Em ciwan ji bo civakê ji vê feraseta vîrûsê xelas bikin em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî mezin bikin."     Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amede Dersîm Dag qarneya polîtîkayên AKP'ê bi raya giştî re parve kir. Dag ders û notên ku meclîsa ciwanan daye AKP'ê rêz kir û wiha got:      DERS Û PUANÊN AKP'Ê    Polîtîkayên Perwerdehiyê = 0 Polîtîkayên Jinê = 0 Wekheviya civakî = 0 Demokrasî = 0 Hiqûq = 0 Edalet = 0  Piştevaniya Civakî = 0 Xezpa vîne = 100 Nelirêtî = 100 Tacîz cînayet û tecawiza li dijî jinê = 100 Tundiya Polîsan = 100 Nêzîkatiya mafên sendîkayî = 0 Aborî = 0 Hurmeta nirxên mirovahiyê = 0 Tendurîstî = Xerab Perwerdehî = Xerab Pêşxistina Edaletê = XErab Avakirina Pergala Hiqûqê = Xerab Berberiya Nijadperestî = Pir başe Têkiliya bi Welatiyan re = Xerab Têkiliyên bi Muxalefetê re = Pir xerab  Têkiliyên bi Rûsya û YE re = Nediyar e  Têkiliyên bi Welatên Cîran re xerab