Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin

  • rojane
  • 11:13 14 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE - 20 şaredariyên HDP'ê ku qeyûm tayînî wan hatin kirin, 14 hevşaredar û 7 endamên meclisên şaredariyan hatin girtin; ji ber ku meclisên şaredariyan hatin feshkirin, mafê hilbijirînê yên 367 endamên meclisên şaredariyan ji wan hat girtin. Bi vê re  vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune hat hesibandin. 

 
Li gorî encamên Hilbijartina Herêmî ya 31'Adarê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin, 5 jê bajar, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredariyan, hezar û 120 endamên meclisên şaredariyan û 102 endamên meclisên giştî yên bajaran bi dest xistibû. 
 
Gotina "hewce bike em ê qeyûm tayîn bikin" Erdogan a beriya hilbijartinê, piştî 4 mehan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve pêk tê. 
 
Tevgera Siyasî ya Kurd, tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, piştî binçavkirin û girtina parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) ya li Meclisê ya di 2'ê Adara 1994'an de, operasyona 14'ê Nisana 2009'an a li dijî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û girtina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di 4'ê Mijdara 2016'an d weke 4'emîn darbeya siyasî nirxand. 
 
DESTPÊKÊ DARBEYA YSK'Ê
 
Pêvajoya qeyûman destpêkê bi destê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dest pê kir. YSK, bi hinceta ku bi KHK'an ji kar hatine avêtin mazbatayên namzetên HDP'ê yên ku di hilbijartinê de bi ser ketibûn neda û li şûna mazbata da namzetên AKP'ê. YSK'ê li gel ku beriya hilbijartinê namzetiya namzetên HDP'ê qebûl kiribû jî piştî hilbijartinê biryar da ku namzetên HDP'ê yên ku bi KHK'an ji kar hatibûne avêtin, nebin şaredar û endamên meclisên şaredariyan. 
 
Serboriyên şaredariyên HDP'ê yên piştî hilbijartinê roj bi roj wiha ne:
 
Hevşaredarên HDP'ê ku YSK'ê mazbataya wan neda:
 
*Amed-Rezan: Zeyyat Ceylan 
*Wan-Ebex: Leyla Atsak
*Wan-Artemêtan: Gulcan Kaçmaz Sagyîgît 
*Wan-Tûşba: Yilmaz Berkî 
*Erzûrûm-Tatos: Muzahît Karakûş 
*Qers- Dîgor-Bazarcix: Abûbekîr Erkmen
 
8 hevşaredarên ku mazbataya wan -ji ber ku di qanûnan de hê nehatiye nasîn HDP bi awayekî fîîlî pêk tîne- nehatiye dayîn:
 
*Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Hülya Alökmen Uyanık
*Amed-Şaredariya Yenîşehîrê: Îbrahîm Çîçek
*Amed-Şaredariya Peyasê: Necatî Pîrînççîoglû 
*Şaredariya Colemêrgê: Seher Kadîroglu Ataş 
*Mêrdîn-Şaredariya Qoserê: Salîh Kûday 
*Mêrdîn-Şaredariya Stewrê: Mehmet Yasîn Kalkan
*Şaredariya Sêrtê: Resûl Kaçar
*Wan-Şaredariya Erdîşê: Mahmût Pala
 
Bi biryara YSK'ê, li şaredariyên Avkevir, Bazîd, Êlih, Tetwan, Yenîşehîr, Peyas, Rezan, Pîran, Sûr, Erxanî, Gever, Îdir, Qoser, Dêrik, Gumgum, Sêrt, Hewag, Pirsûs, Wêranşar, Şirnex, Cizîr û Rêya Armûşê mazbatayên 44 endamên meclisa şaredariyan û 3 endamên meclisên giştî yên bajaran ên DHP'ê nehatin dayîn. 
 
QEYÛM,DARIZANDIN,GIRTIN
 
Di navbera 19'ê Tebax-13'ê Mijdara 2019'an de 3 jê bajarên mezin, yek jê bajar 15 navçe û yek jî bajarok bi giştî 20 hevşaredarên şaredariyên HDP'ê bi fermana Wezareta Karên Hundir ji peywira xwe hatine dûrxistin. 
 
Bi peywirdarkirina desthilatê walî û qaymeqamên bajar û navçeyan weke qeyûm tayînî ser şaredariyên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêr, Pasûr, Qereyazî, Nisêbîn, Gever, Karaz, Erdîş, Peyas, Bismil, Seray, Cizîr, Qoser, Rêya Armûşê, Hezex, Yenîşehîr, Hezro û Periyê hatine kirin. 
 
* 14 Hevşaredarên HDP'ê hatine girtin. Hevşaredarên ku hatine girtin û nav û rêjeya dengên ku girtine wiha ne:
 
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli (62,9), Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz (66,39), Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn (49,71) û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier (61,67) di 22 'ê Cotmeha 2019'an de; Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş-Fatma Ay (49,97) di 16'ê Îlona 2019'an de; Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu (61,83) di 17'ê Îlona 2019'an de; Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîs-Ferhat Kûrt (77,42), Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Kahraman (59,97) û Hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar-Îrfan Sari (66,18) di 18'ê Cotmeha 2019'an de; Hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan-Şehzade Kûrt (yüzde 54,47) di 11'ê Mijdara 2019'an de hatin girtin. 
 
7 ENDAMÊN MECISÊN ŞAREDARIYAN HATIN GIRTIN
 
Di navbera 31'ê Adarê û 12'ê Mijdarê de bi giştî 30 endamên meclisên şaredariyên Tetwan, Rezan, Peyas, Ebex, Artemêtan û Tûşbayê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Di heman dîrokan de 7 endamên meclisa şaredariyên Patnos, Silopya û Rezan û Sûrê yên HDP'î hatin girtin. Li Dersim û Bedlîsê jî 2 endamên meclisên giştî yên bajaran hatin girtin. 
 
Di 9'ê Îlona 2019'an de 7 endamên Meclisa Giştî ya Mûşê ji peywirê hatin dûrxistin. 
 
VÎNA 2 MILYON Û 219 HEZAR WELATIYAN TUNE HAT HESIBANDIN
 
Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin meclisên wan jî hatin feshkirin. Li van şaredariyan ji ber ku meclis hatin feshkirin 270 jê HDP'î bi giştî vîna 367 endamên meclisên şaredariyan tune hat hesibandin. 
 
Di encama feshkirina meclisan de mafê hilbijartinê yê welatiyan û rêveberiya şaredariyan ku ji aliyê wan ve hatiye diyarkirin, hatiye binpêkirin. 
 
Bi vê yekê re li şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin bi giştî vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune hatiye hesibandin. 
 
MUDAXALEYÎ PIRANIYA MECLISÊ KIRIN
 
Wezareta Karê Hundir, mudaxaleyî piraniya meclisên şaredariyên ku HDP'ê bi dest nexistiye û piraniya endamên meclisên wan di destê wê de ne jî kir. 
 
* Mînaka Şaredariya Tetwanê: 
 
Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê, di Hilbijartina 31'ê Adarê de AKP'ê bi rêjeya ji sedî 45,61 bi ser ket. HDP'ê jî bi rêjeya ji sedî 44,74  bû partiya duyemîn. 
 
Di hilbijartina endamên meclisa şaredariyê de HDP'ê bi rêjeya 43,37 bû partiya yekemîn. AKP jî bi rêjeya ji sedî 32,13 bû paretiya duyemîn. Li gorî van encaman HDP'ê 14 Endamên Meclisê û AKP'ê jî 11 Endamên Meclisê bi dest xist. 
 Li gorî van encaman piraniya Meclisa Şaredariya Tetwanê ku 25 endaman pêk tê ket destê HDP'ê. Lê di 21'ê Adara 2019'an de 9 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'î bi awayekî hemwaxt ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Ji ber vê yekê niha AKP bi 11 endaman û HDP jî bi 4 endaman tê nûnerkirin. 
 
 
* Mîna Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê: 
 
Di Hilbijartina 31'ê Adarê de, li gorî hilbijartina Endamên Meclisa Giştî ya Bajar; HDP ji sedî 44.4, AKP ji sedî 35.9, MHP ji sedî 6 û CHP jî ji sedî 5,8 deng girtin. 
 
Li gorî van encaman, parvekirina Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê ku ji 48 endaman pêk tê wiha ye; HDP 26 endamî, AKP 19 endamî, MHP 2 endamî û CHP jî endamekî girt. 
 
Lê di 9'ê Îlona 2019'an de 7 endamên Meclisa Giştî ya Bajar ên HDP'î bi awayekî hemwaxt ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Bi vê operasyonê de re hejmara endamên HDP'ê daket 19'an û bi AKP'ê re bû wekhev.
 
MA / Denîz Nazlim
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da