Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin 2019-11-14 11:13:46 ENQERE - 20 şaredariyên HDP'ê ku qeyûm tayînî wan hatin kirin, 14 hevşaredar û 7 endamên meclisên şaredariyan hatin girtin; ji ber ku meclisên şaredariyan hatin feshkirin, mafê hilbijirînê yên 367 endamên meclisên şaredariyan ji wan hat girtin. Bi vê re  vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune hat hesibandin.    Li gorî encamên Hilbijartina Herêmî ya 31'Adarê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin, 5 jê bajar, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredariyan, hezar û 120 endamên meclisên şaredariyan û 102 endamên meclisên giştî yên bajaran bi dest xistibû.    Gotina "hewce bike em ê qeyûm tayîn bikin" Erdogan a beriya hilbijartinê, piştî 4 mehan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve pêk tê.    Tevgera Siyasî ya Kurd, tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, piştî binçavkirin û girtina parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) ya li Meclisê ya di 2'ê Adara 1994'an de, operasyona 14'ê Nisana 2009'an a li dijî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û girtina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di 4'ê Mijdara 2016'an d weke 4'emîn darbeya siyasî nirxand.    DESTPÊKÊ DARBEYA YSK'Ê   Pêvajoya qeyûman destpêkê bi destê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dest pê kir. YSK, bi hinceta ku bi KHK'an ji kar hatine avêtin mazbatayên namzetên HDP'ê yên ku di hilbijartinê de bi ser ketibûn neda û li şûna mazbata da namzetên AKP'ê. YSK'ê li gel ku beriya hilbijartinê namzetiya namzetên HDP'ê qebûl kiribû jî piştî hilbijartinê biryar da ku namzetên HDP'ê yên ku bi KHK'an ji kar hatibûne avêtin, nebin şaredar û endamên meclisên şaredariyan.    Serboriyên şaredariyên HDP'ê yên piştî hilbijartinê roj bi roj wiha ne:   Hevşaredarên HDP'ê ku YSK'ê mazbataya wan neda:   *Amed-Rezan: Zeyyat Ceylan  *Wan-Ebex: Leyla Atsak *Wan-Artemêtan: Gulcan Kaçmaz Sagyîgît  *Wan-Tûşba: Yilmaz Berkî  *Erzûrûm-Tatos: Muzahît Karakûş  *Qers- Dîgor-Bazarcix: Abûbekîr Erkmen   8 hevşaredarên ku mazbataya wan -ji ber ku di qanûnan de hê nehatiye nasîn HDP bi awayekî fîîlî pêk tîne- nehatiye dayîn:   *Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Hülya Alökmen Uyanık *Amed-Şaredariya Yenîşehîrê: Îbrahîm Çîçek *Amed-Şaredariya Peyasê: Necatî Pîrînççîoglû  *Şaredariya Colemêrgê: Seher Kadîroglu Ataş  *Mêrdîn-Şaredariya Qoserê: Salîh Kûday  *Mêrdîn-Şaredariya Stewrê: Mehmet Yasîn Kalkan *Şaredariya Sêrtê: Resûl Kaçar *Wan-Şaredariya Erdîşê: Mahmût Pala   Bi biryara YSK'ê, li şaredariyên Avkevir, Bazîd, Êlih, Tetwan, Yenîşehîr, Peyas, Rezan, Pîran, Sûr, Erxanî, Gever, Îdir, Qoser, Dêrik, Gumgum, Sêrt, Hewag, Pirsûs, Wêranşar, Şirnex, Cizîr û Rêya Armûşê mazbatayên 44 endamên meclisa şaredariyan û 3 endamên meclisên giştî yên bajaran ên DHP'ê nehatin dayîn.    QEYÛM,DARIZANDIN,GIRTIN   Di navbera 19'ê Tebax-13'ê Mijdara 2019'an de 3 jê bajarên mezin, yek jê bajar 15 navçe û yek jî bajarok bi giştî 20 hevşaredarên şaredariyên HDP'ê bi fermana Wezareta Karên Hundir ji peywira xwe hatine dûrxistin.    Bi peywirdarkirina desthilatê walî û qaymeqamên bajar û navçeyan weke qeyûm tayînî ser şaredariyên Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêr, Pasûr, Qereyazî, Nisêbîn, Gever, Karaz, Erdîş, Peyas, Bismil, Seray, Cizîr, Qoser, Rêya Armûşê, Hezex, Yenîşehîr, Hezro û Periyê hatine kirin.    * 14 Hevşaredarên HDP'ê hatine girtin. Hevşaredarên ku hatine girtin û nav û rêjeya dengên ku girtine wiha ne:   Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli (62,9), Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz (66,39), Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn (49,71) û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier (61,67) di 22 'ê Cotmeha 2019'an de; Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş-Fatma Ay (49,97) di 16'ê Îlona 2019'an de; Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu (61,83) di 17'ê Îlona 2019'an de; Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîs-Ferhat Kûrt (77,42), Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Kahraman (59,97) û Hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar-Îrfan Sari (66,18) di 18'ê Cotmeha 2019'an de; Hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan-Şehzade Kûrt (yüzde 54,47) di 11'ê Mijdara 2019'an de hatin girtin.    7 ENDAMÊN MECISÊN ŞAREDARIYAN HATIN GIRTIN   Di navbera 31'ê Adarê û 12'ê Mijdarê de bi giştî 30 endamên meclisên şaredariyên Tetwan, Rezan, Peyas, Ebex, Artemêtan û Tûşbayê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Di heman dîrokan de 7 endamên meclisa şaredariyên Patnos, Silopya û Rezan û Sûrê yên HDP'î hatin girtin. Li Dersim û Bedlîsê jî 2 endamên meclisên giştî yên bajaran hatin girtin.    Di 9'ê Îlona 2019'an de 7 endamên Meclisa Giştî ya Mûşê ji peywirê hatin dûrxistin.    VÎNA 2 MILYON Û 219 HEZAR WELATIYAN TUNE HAT HESIBANDIN   Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin meclisên wan jî hatin feshkirin. Li van şaredariyan ji ber ku meclis hatin feshkirin 270 jê HDP'î bi giştî vîna 367 endamên meclisên şaredariyan tune hat hesibandin.    Di encama feshkirina meclisan de mafê hilbijartinê yê welatiyan û rêveberiya şaredariyan ku ji aliyê wan ve hatiye diyarkirin, hatiye binpêkirin.    Bi vê yekê re li şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin bi giştî vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune hatiye hesibandin.    MUDAXALEYÎ PIRANIYA MECLISÊ KIRIN   Wezareta Karê Hundir, mudaxaleyî piraniya meclisên şaredariyên ku HDP'ê bi dest nexistiye û piraniya endamên meclisên wan di destê wê de ne jî kir.    * Mînaka Şaredariya Tetwanê:    Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê, di Hilbijartina 31'ê Adarê de AKP'ê bi rêjeya ji sedî 45,61 bi ser ket. HDP'ê jî bi rêjeya ji sedî 44,74  bû partiya duyemîn.    Di hilbijartina endamên meclisa şaredariyê de HDP'ê bi rêjeya 43,37 bû partiya yekemîn. AKP jî bi rêjeya ji sedî 32,13 bû paretiya duyemîn. Li gorî van encaman HDP'ê 14 Endamên Meclisê û AKP'ê jî 11 Endamên Meclisê bi dest xist.   Li gorî van encaman piraniya Meclisa Şaredariya Tetwanê ku 25 endaman pêk tê ket destê HDP'ê. Lê di 21'ê Adara 2019'an de 9 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'î bi awayekî hemwaxt ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Ji ber vê yekê niha AKP bi 11 endaman û HDP jî bi 4 endaman tê nûnerkirin.      * Mîna Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê:    Di Hilbijartina 31'ê Adarê de, li gorî hilbijartina Endamên Meclisa Giştî ya Bajar; HDP ji sedî 44.4, AKP ji sedî 35.9, MHP ji sedî 6 û CHP jî ji sedî 5,8 deng girtin.    Li gorî van encaman, parvekirina Meclisa Giştî ya Bajar a Mûşê ku ji 48 endaman pêk tê wiha ye; HDP 26 endamî, AKP 19 endamî, MHP 2 endamî û CHP jî endamekî girt.    Lê di 9'ê Îlona 2019'an de 7 endamên Meclisa Giştî ya Bajar ên HDP'î bi awayekî hemwaxt ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Bi vê operasyonê de re hejmara endamên HDP'ê daket 19'an û bi AKP'ê re bû wekhev.   MA / Denîz Nazlim