Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin

  • rojane
  • 10:37 14 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e diyar kir ku qeyûmên berê tayînî şaredariyên wan hatibûn kirin 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştibûn û got: “AKP ji bilî xwe tu jiyanek din û îradeyek din nas nake. Xencera bi jehrî ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de 65 şaredarî qezenc kiribû. Li ser fermana Wezareta Karê Navxeyî yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê tê kirin. 3 jê bajarên mezin heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên HDP’ê hatiye kirin. Şaredariyên niha di destê HDP’ê de mane 39 heb. 
 
Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî polîtîkaya qeyûman raporek amade kir û dê di 20’ê mijdarê de bi raya giştî were parvekirin. 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyare ji Ajansa Mezopotamya re polîtîkayên qeyûman nirxand. 
 
‘QEYÛM ÎNŞAYA REJÎMA NÛ NE’ 
 
Kaplan da zanîn ku polîtîkaya qeyûman ji parçeyek konsepta şerê li dijî kurdan tê birêvebirin e û got: “Qeyûm inşaya rejîma AKP’ê ye û awayê wê ye. Polîtîkaya pişaftinê ya sed salî li kurdan dubare dikin. Bi êrişkirina li dijî demokrasiya herêmî re bi destên qeyûman polîtîkaya pişaftinê carek din dixin dewrê. Dixwazin wisa encam bigirin. Îradeya gel ji şaredariyê dûr dikin. Dixwazin baweriya civakê ya li hember polîtîkaya siyaseta demokratîk bişkînin. Li dijî fikr û ramanê HDP’ê êriş hene.” 
 
‘TU TIŞEK NEKIRINE TENÊ DEYN ÇÊKIRINE’ 
 
Kaplan anî ziman ku AKP ji awayê jiyanê yê HDP’ê di nava civakê de ava kiriye ditirse û ji ber vê yekê jî êrişên mezin hene. Kaplan diyar kir ku dema ew ji 2016’an heta 31 Mart 2019’an dinêrin hed û hesabê dizî û talaniya li şaredariyên wan hatiye kirin tune ye û tenê li sê bajarên wan mezin butçeya giştî jê re tê veqetandin milyarek û nîv e lê di wê demê de 3 milyar û nîv deyn ji şaredariyên wan re hatiye hiştin. Kaplan bal kişand ser rantxarî û bertîlxarina şaredariyên wan ên di destê qeyûman de bûn û got: “Li şaredariyên me ku dagir kiribûn, bi giştî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştine. Û tiştek jî nekirine. AKP tenê ji bo xwe û derdora xwe xebitî ye. AKP butçeya şaredariyê hemû li alîgirên xwe belav kiriye û xwarine. Bi awayek dizî pêşkêşî alîgirên xwe kirine. AKP şaredariyên HDP’ê yên pirçandî û pirziman û pirnetewî kiriye hedefa xwe û AKP ji bilî xwe tu awayê jiyanê û îradeyek din nas nake.” 
 
 ‘ÊRIŞÊN GIRAN HENE’ 
 
Kaplan diyar kir ku êrişên giran li bajarên hene û got: “Êrişî nirx û çanda kurdan dikin. Tabelayên kurdî û yên pirzimanî radikin. Dibistan û malên zarokan û jinan digirin. Perwerdehiya li kreşan qedexe dikin. Malên çandê dewr dikin û perwerdehiya li wir qedexe dikin. Xebata pirzimanî yên şaredariyên me asteng dikin. Bi destê qeyûman erişî bawerî, çand û nirxên civakê dikin. Yanî bi tayînkirina qeyûman dixwazin îradeya gel dîl bigirin.” 
 
‘AKP XENCEREK BI JEHRÎ YE’ 
 
Kaplan destnîşan kir ku li Tirkiyê ne mimkin e ew behsa rêveberiyên xwecihî bikin û got: “Hemû erk û rayedariya rêveberiyên xwecihî girê didin Qesrê. Dixwazin bi rêya qeyûm û feraseta qeyûman her sazî û her deverê girê bidin Qesrê. Xwedîgravê dibêjin îradeya gel. Lê ew bi xwe ji vîna gel re hurmetê nîşan nadin. Îktîdara xwe wek şûrekî li ser îradeya gel bikar tînin. Herî zêde jî Erdogan êrişî îradeya gel dike. Em ê jî li dijî van êrişan û gefan bi israr bêjin siyaseta demokratîk. Em ê li her qadê siyasetê bikin. Çimkî di roja me ya îroyîn de îktîdara AKP’ê wek xencerek bi jehrî ye. Vê xencera jehrî herî zêde li gelê kurd û îradeya wan dide. Di esasê xwe de vê xencera jehrî li 82 milyonan dixe. Ev jehrî wek lavlavkê ye û dixwaze vê lavlavkê li derdora hemû civakê û dînamîkên civakî bibe û bîne. Em ê jî wek HDP’ê li dijî AKP’ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin.” 
 
MA/ Mehmet Şah Oruç
 
 

Sernavên din

14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir HATE NÛKIRIN
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê