Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin 2019-11-14 10:37:13 AMED – Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e diyar kir ku qeyûmên berê tayînî şaredariyên wan hatibûn kirin 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştibûn û got: “AKP ji bilî xwe tu jiyanek din û îradeyek din nas nake. Xencera bi jehrî ye.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de 65 şaredarî qezenc kiribû. Li ser fermana Wezareta Karê Navxeyî yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê tê kirin. 3 jê bajarên mezin heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên HDP’ê hatiye kirin. Şaredariyên niha di destê HDP’ê de mane 39 heb.    Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî polîtîkaya qeyûman raporek amade kir û dê di 20’ê mijdarê de bi raya giştî were parvekirin.  Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyare ji Ajansa Mezopotamya re polîtîkayên qeyûman nirxand.    ‘QEYÛM ÎNŞAYA REJÎMA NÛ NE’    Kaplan da zanîn ku polîtîkaya qeyûman ji parçeyek konsepta şerê li dijî kurdan tê birêvebirin e û got: “Qeyûm inşaya rejîma AKP’ê ye û awayê wê ye. Polîtîkaya pişaftinê ya sed salî li kurdan dubare dikin. Bi êrişkirina li dijî demokrasiya herêmî re bi destên qeyûman polîtîkaya pişaftinê carek din dixin dewrê. Dixwazin wisa encam bigirin. Îradeya gel ji şaredariyê dûr dikin. Dixwazin baweriya civakê ya li hember polîtîkaya siyaseta demokratîk bişkînin. Li dijî fikr û ramanê HDP’ê êriş hene.”    ‘TU TIŞEK NEKIRINE TENÊ DEYN ÇÊKIRINE’    Kaplan anî ziman ku AKP ji awayê jiyanê yê HDP’ê di nava civakê de ava kiriye ditirse û ji ber vê yekê jî êrişên mezin hene. Kaplan diyar kir ku dema ew ji 2016’an heta 31 Mart 2019’an dinêrin hed û hesabê dizî û talaniya li şaredariyên wan hatiye kirin tune ye û tenê li sê bajarên wan mezin butçeya giştî jê re tê veqetandin milyarek û nîv e lê di wê demê de 3 milyar û nîv deyn ji şaredariyên wan re hatiye hiştin. Kaplan bal kişand ser rantxarî û bertîlxarina şaredariyên wan ên di destê qeyûman de bûn û got: “Li şaredariyên me ku dagir kiribûn, bi giştî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştine. Û tiştek jî nekirine. AKP tenê ji bo xwe û derdora xwe xebitî ye. AKP butçeya şaredariyê hemû li alîgirên xwe belav kiriye û xwarine. Bi awayek dizî pêşkêşî alîgirên xwe kirine. AKP şaredariyên HDP’ê yên pirçandî û pirziman û pirnetewî kiriye hedefa xwe û AKP ji bilî xwe tu awayê jiyanê û îradeyek din nas nake.”     ‘ÊRIŞÊN GIRAN HENE’    Kaplan diyar kir ku êrişên giran li bajarên hene û got: “Êrişî nirx û çanda kurdan dikin. Tabelayên kurdî û yên pirzimanî radikin. Dibistan û malên zarokan û jinan digirin. Perwerdehiya li kreşan qedexe dikin. Malên çandê dewr dikin û perwerdehiya li wir qedexe dikin. Xebata pirzimanî yên şaredariyên me asteng dikin. Bi destê qeyûman erişî bawerî, çand û nirxên civakê dikin. Yanî bi tayînkirina qeyûman dixwazin îradeya gel dîl bigirin.”    ‘AKP XENCEREK BI JEHRÎ YE’    Kaplan destnîşan kir ku li Tirkiyê ne mimkin e ew behsa rêveberiyên xwecihî bikin û got: “Hemû erk û rayedariya rêveberiyên xwecihî girê didin Qesrê. Dixwazin bi rêya qeyûm û feraseta qeyûman her sazî û her deverê girê bidin Qesrê. Xwedîgravê dibêjin îradeya gel. Lê ew bi xwe ji vîna gel re hurmetê nîşan nadin. Îktîdara xwe wek şûrekî li ser îradeya gel bikar tînin. Herî zêde jî Erdogan êrişî îradeya gel dike. Em ê jî li dijî van êrişan û gefan bi israr bêjin siyaseta demokratîk. Em ê li her qadê siyasetê bikin. Çimkî di roja me ya îroyîn de îktîdara AKP’ê wek xencerek bi jehrî ye. Vê xencera jehrî herî zêde li gelê kurd û îradeya wan dide. Di esasê xwe de vê xencera jehrî li 82 milyonan dixe. Ev jehrî wek lavlavkê ye û dixwaze vê lavlavkê li derdora hemû civakê û dînamîkên civakî bibe û bîne. Em ê jî wek HDP’ê li dijî AKP’ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin.”    MA/ Mehmet Şah Oruç