Başkaya: Êdî Kurd aktor in tu tişt ne wekî berê ye

  • rojane
  • 15:15 21 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Nivîskar Fîkret Başkaya, peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê ya piştî êrîşa ku Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî nirxand û got: “Êdî Kurd li Sûriyeyê aktorek sereke ne. Êdî bêyî Kurdan li Sûriye pergal nayê avakirin. Êdî tu tuşt ne wekî berê ne. Dibe ku ev bibe destpêka pêvajoyek nû." 

 
Tirkiye di 9'ê Cotmehê de bi fermana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokamar Tayyip Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Heta ku Tirkiye û DYA di 17'ê Cotmehê de li ser herêmê agirbest îlan kir, Tirkiyeyê bê navber bi tang, top, balafirên şer êrîşê Serêkaniyê û Kaniya Xezalan kir. Piştî êrişên Tirkiye bi dawî bû QSD'ê li ser esasê peymanê hêza xwe ya Serêkaniyê vekişand. Têkildarî peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê de nivîskar û lekoliner Fikret Başkaya geşedanên li herêmê û polîtîkayên AKP'ê nirxand. Başkaya, anî ziman ku rejîma AKP'ê ketiye şopa Dewleta Osmanî û wiha got: "Operasyona hat destpêkirin li ser esasê Dewleta Osmanî û fetihê pêş ket. Ji ber vê yekê tu qîmeta wê tune ye. Ev operasyon feraseta rejîma AKP'ê nîşan dide. Li dijî pergala ku li Rojava tê avakirin hatiye li dar xistin. Tişta li dervê sînor pêk bê wî çi eleqeder dike. Çi karê wî li wir heye?"  
 
‘HESABÊ WAN JI ŞAMÊ VEGERIYA'
 
Başkaya, da zanîn ku tu sedem û bingehê vê êrîşê yê heqûqî û zagonî tune ye û wiha axivî: “AKP polîtîkayên derve li gorî polîtîkayên hundir diyar dike. Lê ji destpêkê de polîtîkayên rejîma AKP'ê yên li dijî Sûriyeyê şaş in. Qaşo xwest rejîma Sûriyeyê hilweşîne û xwest rejîma selefiyan a di bin kontrola xwe de avabikin. Bi vê bendewariyê bi emperyalizma kalektif re ketin nava tevgerê. Hegomonyaya ku emperyalizma kolektif a DYA berdide vala dibe. Li şûna wê Rusya dadigire. Lê ev plana wan ji Şamê bi şûnde vegeriya. Hesap li Şamê vegeriya. Lê disa Tirkiyeyê dest ji vî hesabî berneda û dest bi vê operasyonê kir. Ev tiştekî pir li dijî aqilan bû." 
 
‘TIRIYE DÛVIKÊ NATO YE' 
 
Başkaya, bal kişand ser daxwazên gel û nêzîkatiya rejîma AKP'ê û wiha lê zêde kir: “Li gorî AKP'ê nerîn, fikr û daxwaza gel bê qîmet e. Lê dema DYA bibêje her tişt tê guhertin. Ji xwe Tirkiye ji sala 1952’an heta niha dûvikê emperyalizmê ye. Ji roja ku Tirkiye ketiye nava NATO heta niha bûye dûvikê emperyalîzma kolektif a DYA'yê. Ji xwe tu hunera Tirkiyeyê ya polîtikayên derve jî tune ye." 
 
‘DYA GOT TIRKIYE NEÇAR MA AGIRBESTÊ ÎLAN KIR' 
 
Başkaya, da zanîn ku piştî Serokê DYA'yê Trump zor li Tirkiye kir, Tirkiye neçar ma agirbestê qebûl bike û wiha berdewam kir: "Ya din bi qasî Tirkiye gefan dixwe ew qas ne hêsan e ku pêşve biçe. Tu qûralê ku li gundê bê seh, bê dar bigere tune ye. Di polîtîkaya hundir de dibe ku ji bo Tirkiyeyê serkeftin be. Lê ji bo polîtîkaya derve ji bo Tirkiyeyê ne serkeftin e. Pergala ku Tirkiye ji destpêkê de diparêze şaş e."
 
'KURD LI SÛRIYE ÊDÎ XWEDÎ HEBÛN IN' 
 
Başkaya, bal kişand ser rol û rista Kurdan a li Sûriyeyê jî û wiha berdewam kir: "Li Sûriyeyê êdî hebûna Kurdan heye. Xwedî xeyalên cuda yên civakek cûda ne. Li wir rêveberiya xweser û pergala komûn heye. Lê ne welatên emperyalist û ne Tirkiye vê yekê qebûl nakin. Divê ev teqez be zanîn. Lê êdî hebûna Kurdan û têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê hatiye hezkirin. Berxwedana Kurdan di nava cîhanê de hezkirnek ava kiriye. Kurdan li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar û têkoşînek giran da. Bi bedelên giran qezenç kirin. Rejîma Tirkiyeyê ne li bendê bû ku cîhan ew qas bertek nîşan bide. Piştî Tirkiye dest bi operasyonê kir hemû cîhan rabû ser piyan. Kurdan hebûna xwe îspat kir. Kurdan îspat kir ku wekî aktorekî li vir hene. Kurdên li Sûriyeyê ji destpêkê de bi Rejîma Sûriyeyê re bê pirsgirêk in. Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ligel rejîma Suriye peyman îmze kir, operasyona Tirkiyeyê ya li dijî QSD'ê berdewam dikir. Ev peyman nebû suprîz. Helwesta QSD’ê nehatiye guhertin." 
 
Başkaya, bal kişand ser gefên hikûmeta Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Hikûmet ji bo dilê gelê Tirkiyeyê xweş bike van tiştan dibêje. Ev gotin pir hatin gotin. Tirkiye di nava qada dewletan de bi tenê ma. Divê êdî dawî li dijminantiya xwe û Sûriyeyê bîne. 
 
KURD LI SÛRIYEYÊ  AKTORÊN BI BANDOR IN
 
Piştî Tirkiyeyê û DYA li hev kirin Kurd êdî li Sûriye bûn xwedi aktorek mezin. Di encamê de cemawerî jî li pêş çavan girtin û viz bûn. Ji niha û şûnde çi bibe baş nayê zanîn. Ji ber ku her kes li benda demê ye. Lê êdî Kurd li Sûriye aktorek mezin û diyarker in. Êdî her tişt nabe wekî berê."
 
MA / Nacî Kaya 
 
 

Sernavên din

12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî û zazakî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin