Başkaya: Êdî Kurd aktor in tu tişt ne wekî berê ye 2019-10-21 15:15:29 STENBOL - Nivîskar Fîkret Başkaya, peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê ya piştî êrîşa ku Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî nirxand û got: “Êdî Kurd li Sûriyeyê aktorek sereke ne. Êdî bêyî Kurdan li Sûriye pergal nayê avakirin. Êdî tu tuşt ne wekî berê ne. Dibe ku ev bibe destpêka pêvajoyek nû."    Tirkiye di 9'ê Cotmehê de bi fermana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokamar Tayyip Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Heta ku Tirkiye û DYA di 17'ê Cotmehê de li ser herêmê agirbest îlan kir, Tirkiyeyê bê navber bi tang, top, balafirên şer êrîşê Serêkaniyê û Kaniya Xezalan kir. Piştî êrişên Tirkiye bi dawî bû QSD'ê li ser esasê peymanê hêza xwe ya Serêkaniyê vekişand. Têkildarî peymana di navbera DYA û Tirkiyeyê de nivîskar û lekoliner Fikret Başkaya geşedanên li herêmê û polîtîkayên AKP'ê nirxand. Başkaya, anî ziman ku rejîma AKP'ê ketiye şopa Dewleta Osmanî û wiha got: "Operasyona hat destpêkirin li ser esasê Dewleta Osmanî û fetihê pêş ket. Ji ber vê yekê tu qîmeta wê tune ye. Ev operasyon feraseta rejîma AKP'ê nîşan dide. Li dijî pergala ku li Rojava tê avakirin hatiye li dar xistin. Tişta li dervê sînor pêk bê wî çi eleqeder dike. Çi karê wî li wir heye?"     ‘HESABÊ WAN JI ŞAMÊ VEGERIYA'   Başkaya, da zanîn ku tu sedem û bingehê vê êrîşê yê heqûqî û zagonî tune ye û wiha axivî: “AKP polîtîkayên derve li gorî polîtîkayên hundir diyar dike. Lê ji destpêkê de polîtîkayên rejîma AKP'ê yên li dijî Sûriyeyê şaş in. Qaşo xwest rejîma Sûriyeyê hilweşîne û xwest rejîma selefiyan a di bin kontrola xwe de avabikin. Bi vê bendewariyê bi emperyalizma kalektif re ketin nava tevgerê. Hegomonyaya ku emperyalizma kolektif a DYA berdide vala dibe. Li şûna wê Rusya dadigire. Lê ev plana wan ji Şamê bi şûnde vegeriya. Hesap li Şamê vegeriya. Lê disa Tirkiyeyê dest ji vî hesabî berneda û dest bi vê operasyonê kir. Ev tiştekî pir li dijî aqilan bû."    ‘TIRIYE DÛVIKÊ NATO YE'    Başkaya, bal kişand ser daxwazên gel û nêzîkatiya rejîma AKP'ê û wiha lê zêde kir: “Li gorî AKP'ê nerîn, fikr û daxwaza gel bê qîmet e. Lê dema DYA bibêje her tişt tê guhertin. Ji xwe Tirkiye ji sala 1952’an heta niha dûvikê emperyalizmê ye. Ji roja ku Tirkiye ketiye nava NATO heta niha bûye dûvikê emperyalîzma kolektif a DYA'yê. Ji xwe tu hunera Tirkiyeyê ya polîtikayên derve jî tune ye."    ‘DYA GOT TIRKIYE NEÇAR MA AGIRBESTÊ ÎLAN KIR'    Başkaya, da zanîn ku piştî Serokê DYA'yê Trump zor li Tirkiye kir, Tirkiye neçar ma agirbestê qebûl bike û wiha berdewam kir: "Ya din bi qasî Tirkiye gefan dixwe ew qas ne hêsan e ku pêşve biçe. Tu qûralê ku li gundê bê seh, bê dar bigere tune ye. Di polîtîkaya hundir de dibe ku ji bo Tirkiyeyê serkeftin be. Lê ji bo polîtîkaya derve ji bo Tirkiyeyê ne serkeftin e. Pergala ku Tirkiye ji destpêkê de diparêze şaş e."   'KURD LI SÛRIYE ÊDÎ XWEDÎ HEBÛN IN'    Başkaya, bal kişand ser rol û rista Kurdan a li Sûriyeyê jî û wiha berdewam kir: "Li Sûriyeyê êdî hebûna Kurdan heye. Xwedî xeyalên cuda yên civakek cûda ne. Li wir rêveberiya xweser û pergala komûn heye. Lê ne welatên emperyalist û ne Tirkiye vê yekê qebûl nakin. Divê ev teqez be zanîn. Lê êdî hebûna Kurdan û têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê hatiye hezkirin. Berxwedana Kurdan di nava cîhanê de hezkirnek ava kiriye. Kurdan li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar û têkoşînek giran da. Bi bedelên giran qezenç kirin. Rejîma Tirkiyeyê ne li bendê bû ku cîhan ew qas bertek nîşan bide. Piştî Tirkiye dest bi operasyonê kir hemû cîhan rabû ser piyan. Kurdan hebûna xwe îspat kir. Kurdan îspat kir ku wekî aktorekî li vir hene. Kurdên li Sûriyeyê ji destpêkê de bi Rejîma Sûriyeyê re bê pirsgirêk in. Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ligel rejîma Suriye peyman îmze kir, operasyona Tirkiyeyê ya li dijî QSD'ê berdewam dikir. Ev peyman nebû suprîz. Helwesta QSD’ê nehatiye guhertin."    Başkaya, bal kişand ser gefên hikûmeta Tirkiyeyê û wiha bi dawî kir: "Hikûmet ji bo dilê gelê Tirkiyeyê xweş bike van tiştan dibêje. Ev gotin pir hatin gotin. Tirkiye di nava qada dewletan de bi tenê ma. Divê êdî dawî li dijminantiya xwe û Sûriyeyê bîne.    KURD LI SÛRIYEYÊ  AKTORÊN BI BANDOR IN   Piştî Tirkiyeyê û DYA li hev kirin Kurd êdî li Sûriye bûn xwedi aktorek mezin. Di encamê de cemawerî jî li pêş çavan girtin û viz bûn. Ji niha û şûnde çi bibe baş nayê zanîn. Ji ber ku her kes li benda demê ye. Lê êdî Kurd li Sûriye aktorek mezin û diyarker in. Êdî her tişt nabe wekî berê."   MA / Nacî Kaya