MÊRDÎN - Li bejahiya navçeya Dêrikê operasyoneke leşkerî hat lidarxistin û pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Li bejahiya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê operasyoneke leşkerî hat lidarxistin. Di operasyonê de di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derket û leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Operasyona li herêmê hê jî didome.