Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin

  • rojane
  • 14:10 20 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED – Hevserokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya diyar kir ku 3 endamên wan ên di 18’ê cotmehê de hatin binçavkirin rastî îşkence û tacîzê hatine. 3 kesên hatin binçavkirin jî anîn ziman ku rastî tacîz û gefan hatine û polîsên ew binçav kirine pere ji cuzdanê wan derxistine.   
 
Rêxistina Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) a Amedê li dijî serdegirtina malên endamên xwe û SGDF’iyan û binçavkirinê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê û rêveberên HDP’a Amedê, Rêveberên ESP'a Amedê beşdar bûn. Rêveberên HDP û ESP'ê di bin dorpêça polîsan de li avahiya HDP’ê civîn li dar xist. HDP’iyên ku xwestin têkevin avahiya HDP'ê rastî kontrola GBT’ê ya polîsan hatin. Destpêkê Hevserokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya diyar kir ku endamên wan ên ku di 18’ê cotmehê de hatin binçavkirin rastî lêdan û îşkenceyê hatine û wiha got: “Ji ber îşkenceyê hevaleke me bi giranî birîndar bû. Em dizanin ku ji bo em û HDP gavan paşve bavêje van êrîşan dikin. Lê em bibîryarin ku li hemberî van êrîşan bisekinin."
 
'EM RASTÎ TACÎZÊ POLÎSAN HATIN'
 
Endama MYK a Mêclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok a hat binçavkirin jî diyar kir ku bi dehan polîs deriyê wan şikand û ketin mala wê û wiha got: "Bi dehan polîsan luleyên çekan xistin serê me. Em li erdê dirêj kirin. Em li mal sê jin bûn. Du saetan em rastî tacîza zayendî û tundiya polîsan hatin. Pişt re em yek bi yek xistin odeyan û îşkence kirin. Destê me li pişt me kelepçe kirin. Kelepçeyên plastîk şidandin û destê me birîn."
 
'POLÎSAN PERE JI CUZDANÊ ME DERXISTIN'
 
Ok, diyar kir ku ew nizanin çi li malê desteser kirin û got: "Piştre em fêr bûn ku polîsan pere ji cuzdanên me derxistine. Ev dizî ye. Em dizanin ku peyamekê didin jinan. Ji ber ku em li dijî qeyûm û êrîşên ser Rojava sekînin êrîş kirin. Li dijî van êrîşan em ê li berxwe bidin. Deqez em ê bi ser bikevin û bêdeng nabin. 
 
'RÛMETA MIROVAHIYÊ DÊ ÎŞKENCEYÊ BIŞKÎNE' 
 
Endama SGDF'ê Hêlîn Yagmûr Ucî ya ku hat binçavkirin jî, diyar kir ku bi du saetan rastî îşkenceyeke sîstematîk hatin û wiha got: "Bi bêhnan li ruyê me xistin. Bi copan gefên tecawîzkirinê li hevalên me xwarin. Bi lûleya çekê tacîz kirin. Em paşve gavan navêjin û emê têbikoşin. Em zanin ku ev kes diz, tacîz û tecawîzkar'in. Xwedî hişmendiya DAÎŞ'ê ya duh li Pirsûs û Rojava qetilkirin in. Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe."
 
Endamê SGDF'ê Sedat Turlu jî anî ziman ku rastî êrîş û îşkenceyê hatiye û wiha got: "Li min jî heman tacîz, gef û hekaret kirin. Em ê berxwedana xwe bidomînin." Cîgira Hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran jî diyar kir ku ev tiştê ku hemû civak dijî, hatine sîstematîk kirin û wiha got: "Hevala me Beren, ji ber derbkirina fizîkî nikarî were vê derê. Çarşef xistin serê wê, çavên wê girtin û bi copan gefa tecawîzê lê xwarin. Bi porê wê girtine kaş kirin. Ji bo ku em li hemberî dagirkirina Şoreşa Rojava derketin hevalên me hatin binçavkirin. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên cîhanê ye. Em ê li dijî şer têbikoşin." 
 
'BI SALANE FAŞÎZM HEYE 
 
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari jî diyar kir ku ev êrîş û zext  li hemberî kurdan û dostên wan hatiye kirin û got: "Bi salane faşîzmek heye. Ev tecawîz û talankirin li dijî hemû gelan e. Heta ku kurdek bimîne jî em çongê natewînin. Em ê tabelaya Midûriyeta Polîsan daliqînin û dakevin nava gel."
 
 
 

Sernavên din

04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin
14:05 Nifûsa başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
13:19 Dê bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê bê protestokirin
13:09 Fîlozof Ceruti: Banga Abdullah Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navînê bibe mînak
13:04 Tehliyeya Yildirim ê 31 sal in girtî ye bi hinceta gotinên Seyîd Riza hat taloqkirin
12:59 Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir
12:56 Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin
12:38 Ji bo danişînê ew anîn Xelatê: Dê 3 mehan di hucreyê de bimîne
12:18 Salih Muslim: Demokrasî tune be, entegrasyon jî tune ye
12:17 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Adullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
11:34 Ji Bahçelî daxuyaniya pêvajoyê: Tîr ji kevanê pekiyaye
10:28 Cezayê hefsê dan Taşkesen ku gotibû ‘Ev der Kurdistan e’
09:11 Doza Akiş ê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin jinûve tê lidarxistin
09:10 Şaredarên ku gef li wan hatin xwarin: Êriş plankirî bû
09:09 Mazgêrt di hedefa nêçîrvanan de ye: Gel ji bo ajalan bifikar e
09:08 11'emîn Pakêta Darazê dê sibe bê gotûbêjkirin: Ne 'pîne' Qanûneke Înfazê ya nû pêwîst e
09:07 'Li Wanê restorekirina şaş bîra bajêr tune dike'
09:06 Bajarekî ji her alî ve 'birîndar': Şam
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2025'AN
01/12/2025
19:58 Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in
17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’