Hevserokê ESP'ê: Endamên me rastî tacîzê hatin 2019-10-20 14:10:30   AMED – Hevserokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya diyar kir ku 3 endamên wan ên di 18’ê cotmehê de hatin binçavkirin rastî îşkence û tacîzê hatine. 3 kesên hatin binçavkirin jî anîn ziman ku rastî tacîz û gefan hatine û polîsên ew binçav kirine pere ji cuzdanê wan derxistine.      Rêxistina Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) a Amedê li dijî serdegirtina malên endamên xwe û SGDF’iyan û binçavkirinê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê û rêveberên HDP’a Amedê, Rêveberên ESP'a Amedê beşdar bûn. Rêveberên HDP û ESP'ê di bin dorpêça polîsan de li avahiya HDP’ê civîn li dar xist. HDP’iyên ku xwestin têkevin avahiya HDP'ê rastî kontrola GBT’ê ya polîsan hatin. Destpêkê Hevserokê ESP’ê yê Amedê Ramazan Karakaya diyar kir ku endamên wan ên ku di 18’ê cotmehê de hatin binçavkirin rastî lêdan û îşkenceyê hatine û wiha got: “Ji ber îşkenceyê hevaleke me bi giranî birîndar bû. Em dizanin ku ji bo em û HDP gavan paşve bavêje van êrîşan dikin. Lê em bibîryarin ku li hemberî van êrîşan bisekinin."   'EM RASTÎ TACÎZÊ POLÎSAN HATIN'   Endama MYK a Mêclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok a hat binçavkirin jî diyar kir ku bi dehan polîs deriyê wan şikand û ketin mala wê û wiha got: "Bi dehan polîsan luleyên çekan xistin serê me. Em li erdê dirêj kirin. Em li mal sê jin bûn. Du saetan em rastî tacîza zayendî û tundiya polîsan hatin. Pişt re em yek bi yek xistin odeyan û îşkence kirin. Destê me li pişt me kelepçe kirin. Kelepçeyên plastîk şidandin û destê me birîn."   'POLÎSAN PERE JI CUZDANÊ ME DERXISTIN'   Ok, diyar kir ku ew nizanin çi li malê desteser kirin û got: "Piştre em fêr bûn ku polîsan pere ji cuzdanên me derxistine. Ev dizî ye. Em dizanin ku peyamekê didin jinan. Ji ber ku em li dijî qeyûm û êrîşên ser Rojava sekînin êrîş kirin. Li dijî van êrîşan em ê li berxwe bidin. Deqez em ê bi ser bikevin û bêdeng nabin.    'RÛMETA MIROVAHIYÊ DÊ ÎŞKENCEYÊ BIŞKÎNE'    Endama SGDF'ê Hêlîn Yagmûr Ucî ya ku hat binçavkirin jî, diyar kir ku bi du saetan rastî îşkenceyeke sîstematîk hatin û wiha got: "Bi bêhnan li ruyê me xistin. Bi copan gefên tecawîzkirinê li hevalên me xwarin. Bi lûleya çekê tacîz kirin. Em paşve gavan navêjin û emê têbikoşin. Em zanin ku ev kes diz, tacîz û tecawîzkar'in. Xwedî hişmendiya DAÎŞ'ê ya duh li Pirsûs û Rojava qetilkirin in. Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe."   Endamê SGDF'ê Sedat Turlu jî anî ziman ku rastî êrîş û îşkenceyê hatiye û wiha got: "Li min jî heman tacîz, gef û hekaret kirin. Em ê berxwedana xwe bidomînin." Cîgira Hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran jî diyar kir ku ev tiştê ku hemû civak dijî, hatine sîstematîk kirin û wiha got: "Hevala me Beren, ji ber derbkirina fizîkî nikarî were vê derê. Çarşef xistin serê wê, çavên wê girtin û bi copan gefa tecawîzê lê xwarin. Bi porê wê girtine kaş kirin. Ji bo ku em li hemberî dagirkirina Şoreşa Rojava derketin hevalên me hatin binçavkirin. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên cîhanê ye. Em ê li dijî şer têbikoşin."    'BI SALANE FAŞÎZM HEYE    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari jî diyar kir ku ev êrîş û zext  li hemberî kurdan û dostên wan hatiye kirin û got: "Bi salane faşîzmek heye. Ev tecawîz û talankirin li dijî hemû gelan e. Heta ku kurdek bimîne jî em çongê natewînin. Em ê tabelaya Midûriyeta Polîsan daliqînin û dakevin nava gel."