AMED - Polîsan daxuyaniya HDP'a Amedê ya ji bo Rojava asteng kir. Polîsan parlamenterên HDP'ê dorpêç kir û nehişt xelk nêzî wan bibe. Polîsan destûr nedan ku rojnameger jî nûçeyê bişopînin û wêneşan bikişînin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê xwest têkildarî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava li ber Plaza AZC a Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê polîsan daxuyaniyê bi hênceta "Biryara Walîtiyê ya qedexeya çalakiyan heye" destûr neda çalakiyê û asteng kir. Polîsan girseya welatiyan belav kir û rojnamegeran ji cihê dorpêçê dûr xistin. Destûr neda rojnameger çalakiyê bikişînin.
Bi sedan polîs û dehan maşîneyên zirxî ku derdorê dorpêç kirin bi mertalan derdora parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Semra Guzel û Musa Farusogullari û rêveberên HDP'ê û DBP'ê girtin.
Parlamenterên HDP'ê ku bertek nîşanî pêkanînê dan demek dirêj di dorpêçê de hatin hiştin.
Polîsan nehişt ku welatî li biçin cem wekîlan û temaşekirina li dorpêçê jî asteng kir.
Piştî nîqaşên dirêj polîsan dorpêç vekir û piştî demekê wekîl ji dorpêçê hatin tahliyekirin.
Sekna polîsan a li ber Plazê didome.