Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike

  • rojane
  • 09:04 20 Cotmeh 2019
  • |
img
MÊRDÎN – Siyasetmedar Ahmet Turk, diyar kir ku divê ji bo agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin banê NY'yê de heyeteke hakemî bê çêkirin û got: "Feraseteke ku dixwaze demograsiyê biguherîne, wê agirbestê bêwate bike." Her wiha Turk ji bo yekîtiya neteweyî jî got: "Ji bo rêber û siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, ev ji bo wan şansek e." 
 
Tirkiyeyê, di 9'ê Cotmehê de tevî komên selefî yên di bin navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" de êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 17'ê Cotmehê de DYA û Tirkiyeyê ji bo 120 saetan agirbest ragihandin. Lê belê her çend agirbest hatibe ragihandin jî êrîş didomin. Siyasetmedar Ahmet Turk, operasyonên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. 
 
'KURD XWE DIPARASTIN, LÊ TALIYÊ BÛN HEDEF' 
 
Turk, anî ziman ku li Rojhilata Navîn kurdan li hemberî komên selefî û Rejîma Baasê gelê xwe parastine û got: "Têkoşîna kurdan ne li hemberî tu kesî ye. Kurdan li vira gelê xwe diparast, lê belê bûne hedef. Divê mirov li tiştên niha diqewimin, bi vî awayî binere. Di serdemeke ku rejîm ji taqet ketiye û bandora wê ya li ser civakê şikestiye de, tu bikî nekî wê gel xwe biparêze. Îro, eger PYD û QSD tunebûna wê rewşa kurd açi bûna? Em di 9'ê Cotmehê de bi pêvajoyeke şerî re rû bi rû man. Û ev gel bi refleksa parastinê tev geriya. Xwazî hûn jê re dibêjin şer an jî dibêjin mudaxile, dawiya dawî yên diêşe, ê ku xwîn jê diçe gel e û yê dimire sivîl in." 
 
HEYETEKE SERBIXWE
 
Turk, bal kişand ser agirbesta ku Tirkiye û DYA çê kirin jî got: "Divê ev pêvajo ji aliyê heyeteke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bê peywirdarkirin bê şopandin. Di şerê Bosna Hersekê de ger hêleke sêyemîn tunebûn tişta derket holê wê ne çareserî bûna. Li Filîpînê, li Îrlanda, li Afrîkayê jî hêleke sêyemîn hebû. Eger hêleke sêyemîn vê pêvajoyê kontrol bikeî wê bê tespîtkirin ku kî şaşî û çewtî kirine." 
 
'GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ WÊ AGIRBESTÊ BÊWATE BIKE' 
 
Turk, destnîşan kir ku divê hemû hewldanên ji bo rawestandina xwînê bên destekkirin û got: "Pêvajoya ji niha û pêve pir girîng e. Di warê birêvebirin, şopandin û parvekirina bi raya giştî ya vê pêvajoyê de endîşeyên min jî hene. Eger bi feraseteke guherandina demografiyê nêzî pêvajoyê bibin wê agirbest bêwate bibe. Wekî Efrînê, ger rêxistinên selefî, 'Artêşa Neteweyî' û malbatên wan bînin bi cih bikin, wê kurd ji warên xwe bibin û wê demografî biguhere. Di vê ev hemû esas bên girtin û polîtîkayên li gor wê bên meşandin. Eger bingeha wê ne heqaniyet be, tu wateya peymanên li ser kaxezê tuneye." 
 
Her wiha Turk, destnîşan kir ku ji bo kurd baş bên fêmkirin divê dîplomasiyeke baş bê kirin û ji niha û pê ve di xebatên dîplomasiyê de binpêkirinên mafan ên bên tespîtkirin û belgekirin divê bi tevahiya cîhanê re bên parvekirin. Turk, ji bo vê kuştina Sekretera Giştî ta Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr xist û got, ev sûcê li hemberî mirovahiyê ye. 
 
'POLÎTÎKAYÊN RAST' 
 
Turk, destnîşan kir ku tevî hemû tiştên diqewimin jî ji bo diyalog û lihevkirinê hîn jî bi derengî neketiye û got, heta niha hemû pevçûn bi rêbazên diyalog, lihevkirin û demokratîk hatine çareserkirin. Turk, got: "Tu carî pirsgirêk bi şer çareser nebûne. Gelên bi hev re dijminin jî piştî wextekê bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser kirine. wê polîtîkayên rast van êş û şikestinan ji holê rabike. Divê mirovên xwedî berpirsiyar bi polîtîkayên ku pêşerojê esas digirin, li dor nirxên demokratîk tev bigerin. Her çend şikestinên mezin çê bûbûn jî, têkiliya di navbera kurd û tirkan de têkilueyek qedîm e. Xwedî paşerojeke dûr û dirêj e. Ez tim dibêjim; Eger kurd û tirk têkiliyeke dostane û birane daniyana, wê îro rewş ber bi leha Tirkiyeyê ve biçûna. Ji çar parên kurdan parek jê li Tirkiyeyê ye. Ma dijminatiya bi kurdan re çi qasî li gor aqilan e? Wê çawa bi kêrî vî welatî bê?" 
 
‘DIVÊ SIYASETMEDARÊN KURD XWE DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN' 
 
Herî dawî Turk bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Turk, anî ziman ku ji bo siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin firsend e û got: "Ji bo rêber û siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, niha ji bo wan şansek çê bûye. Kongreya neteweyî bi gotinan pêk nayê. Divê li dor hin prensîb û esasan rûnên, nîqaş bikin û bifikirin wê ev kongre di kîjan mijaran de têkeve dewreyê û divê biryarên kongreyê ji aliyê her kesî vî bên nîqaşkirin. Berê jî me ceriband. Di vî warî de hin pirsgirêk rû dan. Her kesî li gor xwe şikil da avaniya kongreyê. Divê stratejî çi be, divê rê û rêbaz çi bin? Bi ya min divê kongre li ser van esasan pêk bê." 

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû