Turk: Guherandina demografiyê wê agirbestê bêwate bike 2019-10-20 09:04:35   MÊRDÎN – Siyasetmedar Ahmet Turk, diyar kir ku divê ji bo agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin banê NY'yê de heyeteke hakemî bê çêkirin û got: "Feraseteke ku dixwaze demograsiyê biguherîne, wê agirbestê bêwate bike." Her wiha Turk ji bo yekîtiya neteweyî jî got: "Ji bo rêber û siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, ev ji bo wan şansek e."    Tirkiyeyê, di 9'ê Cotmehê de tevî komên selefî yên di bin navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" de êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 17'ê Cotmehê de DYA û Tirkiyeyê ji bo 120 saetan agirbest ragihandin. Lê belê her çend agirbest hatibe ragihandin jî êrîş didomin. Siyasetmedar Ahmet Turk, operasyonên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.    'KURD XWE DIPARASTIN, LÊ TALIYÊ BÛN HEDEF'    Turk, anî ziman ku li Rojhilata Navîn kurdan li hemberî komên selefî û Rejîma Baasê gelê xwe parastine û got: "Têkoşîna kurdan ne li hemberî tu kesî ye. Kurdan li vira gelê xwe diparast, lê belê bûne hedef. Divê mirov li tiştên niha diqewimin, bi vî awayî binere. Di serdemeke ku rejîm ji taqet ketiye û bandora wê ya li ser civakê şikestiye de, tu bikî nekî wê gel xwe biparêze. Îro, eger PYD û QSD tunebûna wê rewşa kurd açi bûna? Em di 9'ê Cotmehê de bi pêvajoyeke şerî re rû bi rû man. Û ev gel bi refleksa parastinê tev geriya. Xwazî hûn jê re dibêjin şer an jî dibêjin mudaxile, dawiya dawî yên diêşe, ê ku xwîn jê diçe gel e û yê dimire sivîl in."    HEYETEKE SERBIXWE   Turk, bal kişand ser agirbesta ku Tirkiye û DYA çê kirin jî got: "Divê ev pêvajo ji aliyê heyeteke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bê peywirdarkirin bê şopandin. Di şerê Bosna Hersekê de ger hêleke sêyemîn tunebûn tişta derket holê wê ne çareserî bûna. Li Filîpînê, li Îrlanda, li Afrîkayê jî hêleke sêyemîn hebû. Eger hêleke sêyemîn vê pêvajoyê kontrol bikeî wê bê tespîtkirin ku kî şaşî û çewtî kirine."    'GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ WÊ AGIRBESTÊ BÊWATE BIKE'    Turk, destnîşan kir ku divê hemû hewldanên ji bo rawestandina xwînê bên destekkirin û got: "Pêvajoya ji niha û pêve pir girîng e. Di warê birêvebirin, şopandin û parvekirina bi raya giştî ya vê pêvajoyê de endîşeyên min jî hene. Eger bi feraseteke guherandina demografiyê nêzî pêvajoyê bibin wê agirbest bêwate bibe. Wekî Efrînê, ger rêxistinên selefî, 'Artêşa Neteweyî' û malbatên wan bînin bi cih bikin, wê kurd ji warên xwe bibin û wê demografî biguhere. Di vê ev hemû esas bên girtin û polîtîkayên li gor wê bên meşandin. Eger bingeha wê ne heqaniyet be, tu wateya peymanên li ser kaxezê tuneye."    Her wiha Turk, destnîşan kir ku ji bo kurd baş bên fêmkirin divê dîplomasiyeke baş bê kirin û ji niha û pê ve di xebatên dîplomasiyê de binpêkirinên mafan ên bên tespîtkirin û belgekirin divê bi tevahiya cîhanê re bên parvekirin. Turk, ji bo vê kuştina Sekretera Giştî ta Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr xist û got, ev sûcê li hemberî mirovahiyê ye.    'POLÎTÎKAYÊN RAST'    Turk, destnîşan kir ku tevî hemû tiştên diqewimin jî ji bo diyalog û lihevkirinê hîn jî bi derengî neketiye û got, heta niha hemû pevçûn bi rêbazên diyalog, lihevkirin û demokratîk hatine çareserkirin. Turk, got: "Tu carî pirsgirêk bi şer çareser nebûne. Gelên bi hev re dijminin jî piştî wextekê bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser kirine. wê polîtîkayên rast van êş û şikestinan ji holê rabike. Divê mirovên xwedî berpirsiyar bi polîtîkayên ku pêşerojê esas digirin, li dor nirxên demokratîk tev bigerin. Her çend şikestinên mezin çê bûbûn jî, têkiliya di navbera kurd û tirkan de têkilueyek qedîm e. Xwedî paşerojeke dûr û dirêj e. Ez tim dibêjim; Eger kurd û tirk têkiliyeke dostane û birane daniyana, wê îro rewş ber bi leha Tirkiyeyê ve biçûna. Ji çar parên kurdan parek jê li Tirkiyeyê ye. Ma dijminatiya bi kurdan re çi qasî li gor aqilan e? Wê çawa bi kêrî vî welatî bê?"    ‘DIVÊ SIYASETMEDARÊN KURD XWE DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN'    Herî dawî Turk bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Turk, anî ziman ku ji bo siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin firsend e û got: "Ji bo rêber û siyasetmedarên kurd xwe di ber çavan re derbas bikin, niha ji bo wan şansek çê bûye. Kongreya neteweyî bi gotinan pêk nayê. Divê li dor hin prensîb û esasan rûnên, nîqaş bikin û bifikirin wê ev kongre di kîjan mijaran de têkeve dewreyê û divê biryarên kongreyê ji aliyê her kesî vî bên nîqaşkirin. Berê jî me ceriband. Di vî warî de hin pirsgirêk rû dan. Her kesî li gor xwe şikil da avaniya kongreyê. Divê stratejî çi be, divê rê û rêbaz çi bin? Bi ya min divê kongre li ser van esasan pêk bê."