Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane

  • rojane
  • 14:22 19 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên di binçavan de hatin windakirin pirsîn. Keça Tosun, Besna Tosun berê xwe da dorpêça polîsan û got: “24 sal in gotinên min neqediyane. 24 sal in ez qîr dikim û heta dengê min bigîhîje heqîqetê ez ê biqîrim.” 

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan pirs bikin û bi daxwaza darizandina kujeran di hefteya 760’emîn de carek din xwestin biçin Qada Galatasarayê lê polîsan dîsa ew asteng kirin. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Li gel dorpêça polîsan jî Dayikên Şemiyê wêneyên windayan hildan û tîşortên wêne li ser li xwe kirin û daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Musa Pîroglu, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û Ahmet Şik, Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Parlamneterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Alî Şeker, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesan beşdarî çalakiyê bûn û dest dan dayikan. 
 
Vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosun (35) ê di 19’ê cotmeha 1995’an de û Huseyîn Aydemîr (34) ên di binçavan de hatin windakirin pirsîn. 
 
‘ÎKTÎDAR MAFÊN ME BIN PÊ DIKE’ 
 
Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û mafên li dar xistina çalakiyan û got: “Îktîdar hemû mafên me bin pê dike. Hemû tundî û neheqiya li me tê kirin di bin berpirsiyariya hemû sazî û dezgehên navnetewî de ye.” 
 
‘DEWLETÊ BINÇAVKIRINAN ÎNKAR KIR’ 
 
Yolerî da zanîn ku wan di 24’emîn windakirina Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr de wan ji bîr nekirine û got: “Her du jî ji Licê bûn û bi kom û kulfet bûn. Ji ber zext û tundiya giran neçar mina terka Licê bikin.  Wan bi Torosa Spî binçav kirin û birin. Tosun herî dawî dibêje ‘min binçav kirin wê min bikujin.’ Lê wî bi darê zorê birin. Malbatên Tosûn û Aydemîr serî li hemû rêyên qanûnî dan lê hemû saziyên dewletê binçavkirinê înkar kirin.” 
 
Yoleri got dosyeya Tosûn her çiqas veguhezandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî lê dosye bi hênceta dembihûrinê hatiye girtin. Yolerî got ew bang li berpirsên edlî dikin ku dest ji şirîkiya sûcê tê kirin berdin. 
 
‘HETA DENGÊ MIN BIGÎHÎJE HEQÎQETÊ…’ 
 
Pişt re keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn bi bîr xist ku ev 24’emîn salvegera qetilkirina bavê wê ye û wiha got: “Ez ê nebêjim em hatine dawiya gotina xwe. Çimkî 24 sal in gotina min neqediyaye. Gelek tiştên ez bêjim hene. Ez li vir im. Tam ez li hemberî dorpêça polîsên ku bêhiqûqiya welat nîşan didine diaxivim. Ez natirsim. Çimkî ez sûc nakim. Ez her tiştî di çarçoveya hiqûqê de dikim. Lê hûn dij hiqûqê sûc dikin. Çalakî li dar xistina li vir û eşkere kirina ramanên min mafê min e, lê hûn vî mafî binpê dikin. Hefteya bihûrî we mafê min binpê kir. Bavê min ji aliyê dewleta ve hat binçavkirin û windakirin. Hem jî li ber pêşberî çavê min. 24 sal in ez diqîrim û heta dengê min bigihîje heqîqetê ez qîr bikim. Hûn nikarin min bitirsînin. Çimkî ev 24 sal heta 30 sal in ez hemû cûre tundiyê dibînim. We mala min xera kir. 4 roj şûn ve salvegera komkujiya Licê ye. We kalikê min jî qetil kir. We mala me bi serê me de xera kir. Pişt re we bavê min bir û qetil kir. Hûn bi çi min didarizînin? Ez ne bi hestên tolhildanê diaxivim. Ez dixwazim heqîqet were temînkirin. Ev jî peywîra we ye û wezîfeya xwe bikin.” 
 
‘BILA KES SÊWÎ MEZIN NEBE’ 
 
Hevjîna Tosûn, Xanim Tosûn jî axivî û da zanîn ku ew 16 sal li Qada Galatasarayê qîr kiriye û lê ev ji salekê zêdetir e qadê li wan qedexe kirine. Tosûn anî ziman ku ji bo ku ew mafdar in li van qadan li ber xwe didin û got: “Em naxwazin kes were windakirin. Em naxwazin tu zarok sêwî mezin bibe.” 
 
Çalakî bi xwendina nameyên parêzera Tosûn, Eren Keskîn û kurê Huseyîn Aydemîr Azîz Aydemîr şandin bi dawî bû. 

Sernavên din

11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng