Berê xwe da dorpêçê û got: 24 sal in gotinên min neqediyane 2019-10-19 14:22:57 STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên di binçavan de hatin windakirin pirsîn. Keça Tosun, Besna Tosun berê xwe da dorpêça polîsan û got: “24 sal in gotinên min neqediyane. 24 sal in ez qîr dikim û heta dengê min bigîhîje heqîqetê ez ê biqîrim.”    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan pirs bikin û bi daxwaza darizandina kujeran di hefteya 760’emîn de carek din xwestin biçin Qada Galatasarayê lê polîsan dîsa ew asteng kirin. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Li gel dorpêça polîsan jî Dayikên Şemiyê wêneyên windayan hildan û tîşortên wêne li ser li xwe kirin û daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Musa Pîroglu, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û Ahmet Şik, Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Parlamneterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Alî Şeker, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesan beşdarî çalakiyê bûn û dest dan dayikan.    Vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosun (35) ê di 19’ê cotmeha 1995’an de û Huseyîn Aydemîr (34) ên di binçavan de hatin windakirin pirsîn.    ‘ÎKTÎDAR MAFÊN ME BIN PÊ DIKE’    Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan û mafên li dar xistina çalakiyan û got: “Îktîdar hemû mafên me bin pê dike. Hemû tundî û neheqiya li me tê kirin di bin berpirsiyariya hemû sazî û dezgehên navnetewî de ye.”    ‘DEWLETÊ BINÇAVKIRINAN ÎNKAR KIR’    Yolerî da zanîn ku wan di 24’emîn windakirina Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr de wan ji bîr nekirine û got: “Her du jî ji Licê bûn û bi kom û kulfet bûn. Ji ber zext û tundiya giran neçar mina terka Licê bikin.  Wan bi Torosa Spî binçav kirin û birin. Tosun herî dawî dibêje ‘min binçav kirin wê min bikujin.’ Lê wî bi darê zorê birin. Malbatên Tosûn û Aydemîr serî li hemû rêyên qanûnî dan lê hemû saziyên dewletê binçavkirinê înkar kirin.”    Yoleri got dosyeya Tosûn her çiqas veguhezandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî lê dosye bi hênceta dembihûrinê hatiye girtin. Yolerî got ew bang li berpirsên edlî dikin ku dest ji şirîkiya sûcê tê kirin berdin.    ‘HETA DENGÊ MIN BIGÎHÎJE HEQÎQETÊ…’    Pişt re keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn bi bîr xist ku ev 24’emîn salvegera qetilkirina bavê wê ye û wiha got: “Ez ê nebêjim em hatine dawiya gotina xwe. Çimkî 24 sal in gotina min neqediyaye. Gelek tiştên ez bêjim hene. Ez li vir im. Tam ez li hemberî dorpêça polîsên ku bêhiqûqiya welat nîşan didine diaxivim. Ez natirsim. Çimkî ez sûc nakim. Ez her tiştî di çarçoveya hiqûqê de dikim. Lê hûn dij hiqûqê sûc dikin. Çalakî li dar xistina li vir û eşkere kirina ramanên min mafê min e, lê hûn vî mafî binpê dikin. Hefteya bihûrî we mafê min binpê kir. Bavê min ji aliyê dewleta ve hat binçavkirin û windakirin. Hem jî li ber pêşberî çavê min. 24 sal in ez diqîrim û heta dengê min bigihîje heqîqetê ez qîr bikim. Hûn nikarin min bitirsînin. Çimkî ev 24 sal heta 30 sal in ez hemû cûre tundiyê dibînim. We mala min xera kir. 4 roj şûn ve salvegera komkujiya Licê ye. We kalikê min jî qetil kir. We mala me bi serê me de xera kir. Pişt re we bavê min bir û qetil kir. Hûn bi çi min didarizînin? Ez ne bi hestên tolhildanê diaxivim. Ez dixwazim heqîqet were temînkirin. Ev jî peywîra we ye û wezîfeya xwe bikin.”    ‘BILA KES SÊWÎ MEZIN NEBE’    Hevjîna Tosûn, Xanim Tosûn jî axivî û da zanîn ku ew 16 sal li Qada Galatasarayê qîr kiriye û lê ev ji salekê zêdetir e qadê li wan qedexe kirine. Tosûn anî ziman ku ji bo ku ew mafdar in li van qadan li ber xwe didin û got: “Em naxwazin kes were windakirin. Em naxwazin tu zarok sêwî mezin bibe.”    Çalakî bi xwendina nameyên parêzera Tosûn, Eren Keskîn û kurê Huseyîn Aydemîr Azîz Aydemîr şandin bi dawî bû.