‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’

  • rojane
  • 11:17 12 Hezîran 2019
  • |
img

BEDLÎS – Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Tetwanê Ahmet Barût ê HDP’î bertek nîşanî daxistina tabelayên kurdî da û got: “Yên ku dibêjin pirsgirêka wan bi tu zimanî re nîne, bi daxistina tabelayan bi xwe re dikevin nava nakokiyan. Divê ji gel lêborînê bixwazin.” 

 
Şaredarê Bedlîsê yê AKP’î Nesrullah Tanglay, tabelaya kurdî ya şaredariyê daxistibû û pişt re jî Şaredariya Tetwanê tabelayên kurdî daxist. Her wiha Şaredariya Bajarokê Tatikê ya girêdayî Navçeya Hîzanê jî tabelaya kurdî daxist. 
 
Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Tetwanê yê HDP’î Ahmet Barût bertek nîşanî daxistina tabelayên kurdî da û vê yekê wek lîstikê nirxand. 
 
'HEKE PIRSGIRÊKA WE BI ZIMAN RE TUNE BE, ÇIMA WE DAXIST?'
 
Barût da zanîn ku wan daxistina tabelayên kurdî anîne rojeva meclîsê û got: “Me di civînê de ji şaredar pirs kir ku we çima tabelaya kurdî daxistiye. Ji me re got ‘avahiya kevn dane kirê, dema vê avahiya nû ya şaredariyê çê bibe dê tabelayak nû bê daliqandin.’ Gotin ku pirsgirêka wan bi zimanê kurdî re nîne. Baş e, heke ku pirsgirêka we bi zimanê kurdî re tune be çima hûn tabelayê dadixînin? Çima we tabelaya Goristanê daxist? Çi zirarê dabû we? Tişta ku dikin dûrî aqilan e.” Barût da zanîn ku di civînê de serokşaredar ji wan re gotiye “Dayika min jî ji bilî kurdî bi tu zimanî nizane” û wiha bersivê vê yekê da: “Yên ku ji me re dibêjin pirsgirêka wan bi tu zimanî re nîne, bi daxistina tabelayan re bi xwe re dikevin nava nankokiyan.” 
 
‘SÛC DIAVÊJIN SITÛYÊN HEV’ 
 
Barût daxistina tabelayên kurdî yên li Bedlîs, Tetwan û bajarokê Tatikê wek lîstikê nirxand û got: “Dema em ji wan re dibêjin çima hûn wisa dikin, her kesek sûc diavêje sitûyê yê din. Qey mirov dibêje hin kesên din hatine daxistine. Dema wisa dibêjin ev yek tê bîra min ku tabela li ser fermana kesekî tên daxistin. Li ser bertekê niha jî dibêjin ‘em ê yên nû daliqînin.’ Piştî niha hûn ên nû jî daliqînin tu qîmeta wê namîne.” 
 
'BILA JI GEL LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’ 
 
Barût anî ziman ku daliqandina tabelayan a ji nû ve bi hilbijartina Stenbolê ve girê dide û got: “Ev qet ne samîmî ne. Yên xwedî wê ferasetê ku tabela daliqînin jî dê paş de dîsa biçin daxiînin. Divê ev kes gavek berê gavekê ji gel lêborînê bixwazin. Em ê bibin şopînerê vê meseleyê.” 
 
MA / Cemîl Ugur
 

Sernavên din

16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'